Yek ji gundên dîrokî û kevin, li Rojavayê Kurdistaên Gundê Dolîdaxê yê Kobanê ye. Şûnwarên li vî gundî hatine dîtin diyar dike ku ev herêm ji berî hazarê salan bûye cihê mirovahiyê. Di girê nêzî gund Dolîdaxê de şikeftek heye. Li gorî şêweya şikeftê dide nîşan dan ku ev şikeft wek malekê hatiya bikaranîn.
Şkefta ku 5 metran dirêje, 2 metran pehne û 2.5 metrî bilind e, deriyê wê 1.5 metrî bilind e, dîawarên şikeftê bi awayekî hatine nicirandin ku ji bo runiştina mirovan hatiye amadekirin. Ji hindur jî şikeft hatiye dupeşkirin.
Yek ji niştecihên gund Mihemed Ehmed derbarê şikeftê de da zanîn ku beriya neha şêniyên gund di demsala havînî de li şikeftê rûdinpştin. Ehmed, diyar kir ku ev demek şikeft hatiye paşguhkirin û tijî kevir û ax bûye. Ehmed destnîşan kir ku li herêmên wan gelek şikeftên din hene lê ji ber bêxemiya rayedaran di salên berê de di bin axê de mane û tenê deriyên wan ji derve mand.
Li gundê ji bilî şikeftê sûrekî gilover, bi ferehiya 70ê mitrî ku bi keviran hatiye lêkirin heye. Gundî navê vê hewşa bi keviran girtî dibêjin Dafka Xezalan. Şêneyên gund diyar kirin ku ji ber ku tê guman kirin ku ev hewş ji bo nêçîra xezalan hatiye bikaranîn. Li Rojavayê Kurdistanê gelek deverên dîrokî û kevin ku dîroka herêmê nîşan dide, lê ji ber bêxemiya rayekdarên dewletê hatine dizîn û hatine paşguh kirin.
ANHA/KOBANÊ