Li Kanadayê ji bo biharê lîsteyeke kitêbên “divê” bên xwendin hat weşandin. Di nava vê lîsteya ji 14 kitêban de, yeke nivîskareke Kurd jî heye:  Ava Homa. Kitêba wê Daughters of Smoke And Fire (Keçên dû û agir) di rêza nehan de hatiye bicihkirin. Mijara romana wê jiyana rojane ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. Protagonîsta romanê jineke ciwan a filmçêker e. Birayê wê yê çalakger Çiya bi destê hêzên dewletê tê windakirin. Ew jî rojnivîsên birayê xwe diweşîne. Pişti vê serê wê jî dikeve belayê û rejîma Îranê bela xwe jê venake. Bi alîkariya hevaleke ji Kandayê ew dikare xwe xilas bike.

Di vê lîsteyê de di rêza herî jor de “All I Ask” (Tişta dixwazim hemû) ya nivîskar Eva Crocker heye û gelek kes wisa hizir dikin ku ev romana hanê li Kanadayê îsal bibe romana salê.

 

TORONTO