Li Ewrûpayê di nava saziyên Kurdan de xebatên guherînê dewam dikin. Li Elmanyaya ku welatê herî zêde kurdên li Ewropayê lê dijîn, ev xebat ev 3 meh in bi kongreyên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ên li qada herêmî dewam dike. Li dûv kongreyên li hemû bajar û herêman, Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) bi kongreya xwe ya îro re wê vê xebata guherînê bigihêjîne encamê.

Rûniştina kongreyê li salona dawetê ya Mega Star a Dortmunda Almanyayê destpê kir. Hevserokên YEK-KOM'ê Yuksel Koç û Hamdiye Akbayirê bal kişand ser dîroka 20 salan a saziyên wan. Akbayir got: "Me heta niha gelek xebat meşandin. Em ketin nava sazîbûyîneke cidî. Di nuqteya heyî de pêwîst e em xebatên xwe derxînin qonaxeke cuda."
Yuksel Koç jî da xuyakirin ku kurdên li Elmanyayê di nava guherînekê de ne û ev xal destnîşan kir: "Em li Elmanyayê ev 3 meh in di nava guherîn û veguherînekê de ne. Heta niha me li hemû herêmên welêt kongreyên Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li dar xistin. Îro jî em ê vê guherînê bi vê kongreya xwe temam bikin. Bi nîqaşên li vê derê re em ê bingeha vê deynin. Ji ber ku êdî dema siyaseta negatîf qediyaye, dema siyaseta pozîtîf hatiye. Em ê êdî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Em ê êdî li vî welatî bibin hêza çareseriyê." 

DORTMUND