Fîlmê derhênerê Kurd Jano Rojbeyanî yê bi navê Yek Mûmik Du Mûmik dê tevli Mîhrîcana Fîlman a Golden Globeyê ya Navneteweyî ya Londonê bibe. Mîhrîcan dê di sibata 2015’an de pêk bê û ji gelek deverên cîhanê fîlm dê bên pêşandan.
Der barê navê welatê wî fîlmî jî destpêkê komîteya rêveber a mîhrîcanê navê ‘Iraqê’ jê re daniye lê Rojbeyanî razî nebûye û ew komîte li ser daxwaza Rojbeyanî welatê fîlm bi navê Kurdistan erê kiriye.
Lê ji ber ku navê Kurdistan di nava welatan de nebû, li şûna rasterast başûrê Kurdistanê were nivîsandin ‘Kurdistan- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê’ hat nivîsandin. Jano Rojbeyanî têkildarî beşdarbûna xwe ya mîhrîcanê kêfxweşiya xwe anî ziman ku destnîşan kir ku ji bo wî cihê kêfxweşiyê ye ku fîlmê wî bi navê Kurdistanê tevli mîhrîcanê dibe.
Rêveberê berhemkirina fîlmê Yek Mûmik Du Mûmik Enwer Şêxanî têkildarî fîlm û mîhrîcanê anî ziman ku jîlm ji aliyê şîrketa Evîn Fîlmê ve hatiye çêkirin û ne tenê derhênerî senaryoya fîlm jî ji aliyê Jano Rojbeyanî ve hatiye kirin. Enwer Şêxanî bi lêv kir ku fîlm berhemeke hevbeş a Kurdistan û Amerîkayê ye. Lê ne bi navê Iraqê bi navê Kurdistanê beşdarî mîhrîcanê dibe.
Fîlmê Rojbeyanî yê dawî bi navê Yek Mûmik Du Mûmik der barê tundiya li ser jinan a di nav civakê de ye ku ev bi awayekî rexneyî ev tundî tê nîşandan. Rojbeyanî biryar girtiye ku vî fîlmê cardin bikişîne ji bo zêdetir bê temaşekirin û kêmasiyên wî were serastkirin. Rojbeyanî der barê vê projeya xwe de di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû: “Armanca min ew e ku projeya xwe ya bi navê ‘Mala Hîvî’ li welatên din ê Asya û Afrîkayê bikaribim nîşan bidim. Bi taybetî jî di vê dema ku em pêşengî li şerê dijî terorîstan de dikin de ev girîng e. Dixwazim nîşan bidim ku Kurd di çareserkirina pirsgirêkan de pêşeng in. Wekî ku tê zanîn hemû dinya şanaziyê bi jinên Kurd dike û ev fîlm jî delîla vê.”
Çûyîn fersend e
Rojbeyanî, têkildarî sînemaya Kurdî jî diyar dikir ku çîrokên Kurdan pir in û sînemager jî bi rêya hunera xwe hewl didin van çîrokan nemir bikin. Rojbeyanî axaftina xwe wiha domandibû: “Divê ev bên kişandin û li holên sînemayê, di televîzyonan de bên nîşandayîn ku hemû dinya bibîne û ji çîroka me haydar bibe.”
Rojbeyanî wekî karekî bêsekn û rawestan li sînemayê dinêre û der barê xebatên xwe yê niha de jî van agahiyan dide: “Belê ez niha li ser belgefîlmek kar dikim, li ser komkujiya li ser ezidiyan e. Kar niha li qonaxa destpêkê ye, ango li sponsoran digerim. Fîlmek li ser Kerkûkê bi nave ‘Mala Agir’ amade dikim. Her wisa, ez ji zûda hewl didim ku li Hewlêrê ji bo nîşandayîna fîlmên Kurdî û cihanî bernameyek mîhrîcanan amade bikim.”
Jano Rojbeyanî kî ye?
Derhêner Jano Rojbeyanî di sala 1961’an de li başûrê Kurdistanê, li Zaxoyê tê dinê. Piştî şerê li Başûr di sala 1974’an de hê 16 saliya xwe de wekî penaberek siyasî diçe Amerîkayê. Li wê derê wêjeya îngilîzî dixwîne. Di heman demê de ji bo demak kin bi şanoyê re jî eleqedar dibe. Di sala 1988’an de ji bo fîlm çêbike derbasî Holywoodê dibe. Atoleyeya montajê vedike û debara xwe bi vî rengê dike. Fîlmê xwe ya yekem bi navê Dansa Pendulum di sala 1995’an de çêdike. Di 2001’an de fîlma Jiyan ku yekem fîlmê li başûrê Kurdistanê hatî çêkirin dikşîne. Fîlm li ser jiyana keçek di dema Enfalê de ye. Bi fîlmê Jiyan gelek xelatên navneteweyî distîne. Di 2003’yan de fîlma Gorên Komî yê Saddam û di 2004’an de Enfala Kîmyasal Alî dikşîne. Çiyayên Chaplîn di sala 2013’an de û fîlmê xwe ya dawî ya henekî Yek Mûmik Du Mûmik di sala 2014’an de çêdike û belav dike. Rojbeyanî li Kalîfornîa dijî.
AMED