
Medyaya AKP’ê û nivîskarên vê medyayê, di dema dawî de îdîa kirin ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin hatine destpêkirin. Hîn bêhtir pê de çûn û îdîa kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze bi dewletê re hevdîtinê bike û ji nû ve li maseyê vegere. Der barê mijarê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku ev îdîa operasyoneke xapandinê ye. Hozat da xuyakirin ku AKP bi vê operasyona xapandinê, dixwaze ser rewşa xwe ya tengav bigire û destnîşan kir ku nûçeyên bi vî rengî bi ti awayî rast nînin.
‘Ti hevdîtin nehatiye kirin’
Hozat got, “Axaftinên bi vî rengî dûrî rastiyê ne. Bi temamî gotinên şaş-derew û şerê taybet-psîkolojîk e. Ji daxuyaniyên rayedarên AKP’ê û qelemşorên wê jî tê fêmkirin, AKP gelekî tengav bûye. AKP hewl dide vê rewşa xwe ya tengav bi daxuyaniyên bi vî rengî yên şerê taybet binixumîne. Hewl dide şerê qirkirinê yê lihemberî Kurdan serketî nîşan bide û PKK û gelê Kurd ên li hemberî van êrîşên qirkirinê li ber xwe didin, neserketî nîşan bide. AKP bi afirandina rewşeke bi vî rengî ya xapandinê dixwaze, di şerê qirkirinê de hîn bêhtir desteka nîjadperest-neteweperestan bigire.”
Besê Hozat da zanîn, ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û got, “Îdîaya dibêje ‘heyeta dewletê bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye’ bi temamî derew e û propagnda şerê taybet e. Ji bo meşandina vê propagandayê, hin tîpên xayin li navendên şerê taybet hatine wezîfedarkirin. Serkêşên van xayinan jî Galîp Ensarîoglû, Mûhsîn Kizilkaya, Orhan Mîroglû û Mehmet Metîner in. Ev tîpên dijminê gel, hemû endamên MÎT’ê ne.”
Hozat destîşan kir di nava tecrîdeke girankirî û îşkenceyê de tê ragirtin û da zanîn ku li hemberî Rêber Apo her şêweyê şere taybet-psîkolojîk tê meşandin. Ewlekariya jiyana wî û tenduristiya wî di xeterê de ye. Di nava şert û mercên tirsnak ên Îmraliyê de, bi rengekî li dijî hiqûq û exlaqê ev 17 sal in tê ragirtin.”
‘CPT divêderhal eşkere bike’
Hozat di dewama axaftina xwe de careke din bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir û got, “Pêwîst e CPT encamên lêkolîna li Îmraliyê derhal bi raya giştî re parve bike. Di vî warî de, girîng e gelê me û derdorên demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. Dayîna daxuyaniya CPT jî têrê nake. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî were rakirin, ewlekarî, tenduristî û mercên wî yên jiyanê bên misogerkirin, divê têkoşîneke bênavber were meşandin. Li ser vê bingehê, têkoşîna gelê me û dostên me yên li Ewrûpayê gelekî hêja ye.”
‘Tifaqa şerê qirkirinê’
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da xuyakirin ku AKP rejîmeke şerê taybet e û got, “AKP ev 14 sal in hewl dide bi polîtîkaya şerê taybet xwe li ser piyan bigire. Di nava sala dawî de bi hemû rêxistinbûyînên dewleta kûr a qirker a TC re hevkarî kir. Ev tifaq, tifaqa AKP, Ergenekon, MHP û neteweperestan e. Ev tifaq tifaqa şerê topeykûn e. Yanî tifaqa şerê qirkirinê ye.”
Ji holê rakirina statuya Rojava
Hozat destnîşan kir ku yek ji armancên bingehîn ên vê tifaqê ji holê rakirina statuya li Rojavayê Kurdistanê ye û axaftina xwe weha dewam kir: “DAIŞ û hêzên din ên çete yên El Qaîdeyê ji ber vê yekê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin afirandin û xurtkirin. Tirkiye, ji bo tesfiyekirina şoreşa Rojava ev pênc sal in bi her awayî destekê dide van komên çete û li hemberî Kurdan dide şerkirin. Dijminatiya vê zihniyetê ya li Rojava naqede.”
‘Hêzên PKK´ê dernakevin derveyî sînor’
Hozat ji bo îdîaya ku dibêjin, ‘Eger PKK hêzên xwe derxîne derveyî sînor wê PKK ji pêngava Minbic-Ezazê re bêdeng bimîne’ ev nirxandin kir: “Ev jî operasyoneke xapandinê ya wan hêzan e ku qirkirinê li ser Kurdan ferz dikin. Ev yek feraseta tesfiyekirina PKK’ê ye. Dema derxistina hêzên PKK’ê ji nava sînor, ji zû ve qediyaye. Di nava ti şert û mercî de PKK êdî hêzên xwe venakişîne derveyî sînor. Yekane garantiya Kurdan, gerîla ye. Heta ku dewlet û desthilatdariya nîjadperest-faşîst hebin, ev rastî bi ti awayî naguhere.”
‘PKK ji bo çerxeke hevbeş amade ye’
Besê Hozat bal kişand ser rola PDK’ê ya di nava van polîtîkayan de û got, “Siyaseta PDK’ê xizmetê ji hêzên mêhtinger re dike. Ji ber ku PDK bi hêzên mêhtinger re tevdigere û heman siyasetê dimeşîne. PDK li hemberî Kurdan siyaseta şerê taybet dimeşîne.” Hozat got, PDK qedr û qîmeta xwe ya li nava Kurdan ji holê radike û xwest “derhal vê polîtîkaya şaş a dijmin xurt dike, biterikîne.”
Di dawiya axaftina xwe de Besê Hozat işaret bi hewldanên PKK’ê yên ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî jî kir û got, “Werin em bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê, Kongreya Neteweyî pêk bînin. Hêzeke parastinê, siyasetê û dîplomasiyê ya hevpar ava bikin. Hêzên gerîla yên HPG’ê amade ne bi pêşmergeyan re hêza hevpar a parastinê ava bikin. PKK amade ye çerxeke siyaset û dîplomasiya hevpar ava bike. Em Meclîseke hevpar û daîmî ya neteweyî ava bikin. Bila hemû biryarên stratejîk ên neteweyî, ji aliyê vê meclîsê ve bên dayîn.”
ANF / BEHDÎNAN