Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Her ku diçe nerazîbuna xelkê herêmê ya li hemberî dagirkeriyê jî zêde dibe. Welatiyên Germiyanê li ser mijarê peyivîn û parçebûna aliyên Kurdistanî rexne kirin. Jina bi navê Şîrîn Hisên ji hemû aliyên siyasî xwest ku dev ji berjewendiyên hizbî berdin û nehêlin careke din Başûrê Kurdistanê were dagirkirin û got: ”Welatê me ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin. Em di nava berjewendiyên hinek welatên cîran û hêzên navxweyî de mane. Di nava xaka me de xiyanetkarî ji bo welatên dagirker tê kirin. Hewl didin destketiyên ku bi berdêlên giran hatine bi destxistin têk bibin. Ji bo vê pêwîst e ku hêzên siyasî yên Kurdistanî hemû, ji bo parastina destkeftiyan dest bidin destê hev. Bila nehêlin dijmin gel û herêma me talan bikin.”

Ji rejîma Baasê dijwartirin

Welatiyê bi navê Dilêr Kerîm jî da zanîn ku Kurd di qonaxek hestyar de derbaz dibin û got: “Ger dijminê me ji rejîma Baasê ne dijwartir bin, baştir nînin. Em jî di vê serdemê de xiraptir nebin, ne baştirin. Ji bo vê pêwîstî bi peyamek netewî ya ku behsa man û nemana hemû Kurdistanê bike heye. Dijmin hewl didin me tine bikin. Çawa komara Îranê Qasimlo şehîd xist, Ebadî 16’ê Cotmehê li hemberî me rabû, Erdogan jî niha heman hewldanan dike. Divê li hemberî hêzên Kurdistanî yên ku heya niha parçene û nêzî yekitiya neteweyî nabin, helwest were nîşandan.”

 

ROJNEWS/GERMIYAN