
Endamê Desteya Rêveber ya Hîzbî Demokrata Kurdistanê Pêşewa Elî Por ragihand ku HDK bale dikişîne ser yekdengiya hêzên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê û li gorî wan jixwe ew yekdengî çêbûye. Endamê Desteya Rêvebera ya Hîzbî Demokrata Kurdistanê HDK’ê Pêşewa Elî Por helwêsta partiya xwe ya li ser pêkanîna eniyeke hevbeş a Rojhilatê Kurdistanê bi ROJNEWS’ê re parve kir û diyar kir ku jixwe yekdengiyek ya hêzên Rojhilat çêbûye.
Li ser mijarê Pêşewa Elî Por got: “Em wek Hîzbî Demokrata Kurdistanê, ev demeke ku em xebatek hevpar, hevkarî û yekdengiya giştî hêzên Rojhilatê Kurdistanê nîqaş dikin.” Elî îşaret bi kamilbûna yekdengiya li Rojhilat kir û wiha pê de çû: “Ev yekdengiye ev demeke çêbûye. Dema ku teqîn li ber navenda Polîtburoya HDK’ê çêbûyî, hemû alî yekgirtîbûn û piştgiriya xwe ji wê dozê nîşan dan. Hemû alî bi hevre rejîma Îranê şermezar kir. Piştre li ser hinek mijarên din hem fikir bûn ku heya gihiştin hilbijartinên Îranê.”Sala buhrî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pêşniyara avakirina eniyek hevbeş ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiribû. Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di kongreya xwe ya 15. a de ku 25’ê meha Gulanê hatibû lidarxistin, biryara avakirina wê eniya hevbeş dabû.
SILÊMANÎ