Ji bo Muzeyên Vatîkanê, Barbara Jatta ya 54 salî wê ji îro û şûn ve dest bi wezîfeya midûrtiyê bike. Papa François, Jatta 20’ê Kanûnê erkdar kiribû.

Jatta, jina yekem e ku vê wezîfeyê dike û wê li şûna Wezîrê berê yê Çandê ya Îtalyayê Antonio Paolucci wezîfeyê bike. Muzeya Vatîkanê, beşeke wê li Qesra Vatîkanê ye, bi galeriyeke 7 kîlometre kareyan ve koleksiyona hunerê ya mezintirîn diparêze. Di nav van muzeyan de Dêra Sîxtîne jî heye. 


VATÎKAN