Dewreya bi navê ‘Şehîd Zozan Kobanê’ hat organîzekirin û 15 endamên saziyên civaka sivîl tevlî bûn û wê 15 rojan ev dewreya perwerdê dewam bike.

Jinên beşdarî perwedeyê bûne li ser girîngiya perwerdeyê, Netewa Demokratîk, dîroka jinê, dîroka Kurdistanê, rêjîme heqîqetê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, pênasekirina meclîs û komînan û rola wan di avakirina civakê de, çand û exlaq û rastiya rêbertiyê û civaka xwezayî’ dê dersan wê bibînin. Derbarê xebatê perwerdê de Rêvebera Akademiya Rewşen Gul Agasî got, pêdiviyê her mirovekî bi perwerdê heye, ji bo avakirina civaka azad û demokratîk yek ji xebatên sereke perwerde ye." 


 KOBANÊ