KELSÛMA ELÎ / ANHA/QAMIŞLO

Li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê yekemîn çayxaneya jinan ji aliyê jinên ciwan ve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin. Çayxaneya Gardînya di 26‘ê Nîsana îsal de ji aliyekî komeke jinên ciwan ên bajarokê Rimêlan ve hate vekirin. Çayxane bi armanca jiholêrakirina hişmendiya baviksalar hate vekirin. Ev proje ji aliyê şêniyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

4 jinên ciwan dixebitin

Di çayxaneyê de 4 jinên ciwan dixebitin û tê de gelek cure xwarin û vexwarin peyda dibin. Ji berpirsên çayxaneyê Menal Îsa peyivî û got, “Ev çayxane ya yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê vekirin û ji bo jinan gaveke girînge. Sazî û kooperatîfên jinan û Kongreya Star ji bo vekirina vê projeyê destek dan me. Menal Îsa li ser wateya navê çayxaneyê got, “Gardînya” cureyek ji gulan e.Jin gula civakê ne û jêdera ewlehî, hezkirin û zanistê ne.”

Yek ji berpirsên vê projeyê ye Ebîr Hebîb jî got, “Armanca projeya me pêşxistina jinan e, da ku projeyan pêk bînin û rola xwe di hemû qadan de bilîzîn.Di demên pêş de em ê çayxaneyê fireh bikin û cureyên din ên xwarinê peyda bikin. Ev yek jî li ser destekdayîna şêniyan dimîne.”