Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dibistan ji aliyê Dayikên Aşîtiyê de hate vekirin. Piştî birîna benê vekirinê Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Roza Tolhildan axivî û got; “Îro roja bîranîna Şehîd Bêrîtan e, di vê roja pîroz de em dibistan şehîdê mezin Mele Ebdulrehan li bajarê Dirbêsiyê vedikin, ev roj rojeke giring e, ev bersivdana xwîna şehîda ye, di kesayeta şehîd Rûstem de em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin”
Her weha Tolhildan erdheja li Wanê bi bîr xist û got “Em ji tevahî malbatên kesên ku jiyana xwe ji destdane ser saxiyê dixwazin, hemû gelê Kurd li ber wana ketine û ji bo Wanê xemgîn in” û wiha domand; “Ji bo ku em li nirxên şehîdan derkevin, divê em xwedî li çanda xwe derkevin em destkeftiyê Kurdên rojava biçûk nabînin ji ber ev destkeftî li ser mîrasê keda 30 salî ji xebatê ku hatiye meşandin ava bûye.”
Tohildan behsa derbasbûna hezar leşkerên Tirk ên li Heftenînê jî kir û got; “Em ê tekoşîna xwe xurt, yekitiya xwe xurt bikin” di dawiya gotina xwe de Roza dibistan li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd û kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane pîroz kir.
Her wiha mamosteya dibistanê Rojbîn jî ji aliyê xwe ve bang li hemû gelê Dirbêsiyê kir ku zarokên xwe bişînin dibistana Kurdî.
Endamê Saziya Çand û Hunerê şêxmûsli ser giringiya xwedîderketina li ziman, çand û hunera bav û kala û rêçên parastina wê ji wundabûnê axiv. Her wiha zarokan jî bi çepik û dirûşiman keyfxweşiya xwe rave kirin. Beşdarvana bi dirûşima “bi can bi xwîn em bi te re Ocalan” coş didan derdorê. Dibistan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî û hevalên wî û alên TEV-DEM ê hate xemilandin.


DILYAR CEZÎRÎ - ANF/DIRBESIYÊ