Meclîsa Aborî ya bajarê Dirbasiyê Kargeha ROJ AV ya paqijkirina avê bi şahiyekê vekir. Di şahiyê de Hevserokatiya Kantona Cizîrê Hîva Erebo, şandeyek ji Desteyên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk, Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê Edalet Omer, Nûnerên saziyên civaka sivîl û bi dehan ji şêniyên bajarê Dirbasiyê û bajaroka Zirgan amade bûn.

Kargeh bi wêneyên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, al û sembolên Kurdî hat xemlandin. Piştî axaftinan deriyê kargehê ji aliyê dayîka sê şehîdan ve di nava dûrişemyên silavkirina berxwedana gel li Bakurê Sûriyê hat vekirin. Şahiya vekirina kargehê bi gerandina govendê û belavkirina şîranî li ser beşdaran bi dawî bû. 


DIRBESIYÊ