Çinûr Heme Tofîq yekem jin e ku li tevahiya erda Başûrê Kurdistanê û Iraqê bûye muxtar û dibêje, ti karê bê astengî nîne, lê hêza jinan heye ku wan astengiyan bişkînin û bi ser kevin.
Jina bi navê Çinûr Heme Tofîq sala 1981’ê li Silêmanî ji dayik bûye û yekem jin e ku li ser asta Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê karê muxtariyê dike. Çar salan muxtarî li taxên Kurdistana Nû, Du Lubnan City û Diye City li bajarê Silêmanî kiriye.
Têkildarî astengî û piştgiriya ji bo karê muxtariyê, Çinûr Heme Tofîq dibêje, “Destpêkê malbat û hevserê min nedixwestin. Piştre dîtin ku bijarteka min e û dikarim serketî bim, qebûl kirin û bi min re bûn alîkar, nexasim hevserê min piştgiriya min kir.”
Tevî astengiya jin dikarin karan bi ser bixin
Çinûr Heme got, ti kar bê astengî nîne û wiha dewam kir: “Lê em weke jin, ew hêza me heye ku wan astengiyan bişkênin û karê xwe bi ser bixin. Hinek kes hene ku dema dibînin jin serketî ne, pirsgirêkan derdixin. Lê ez ji karê xwe hez dikim, ji ber wê dikarim hemû pirsgirêkan li dûv xwe bihêlim. Gel gelek matmayî ye ku dibîne jinek muxtariyê dike.”
Çinûr Heme got, jin hemû karên ku civakê weke karê zilam dîtine, dikarin bikin û wiha pê de çû: “Gelek girîng e ku jin bi xwesteka xwe kar hilbijêrin, êdî nabe koletiya jinê were qebûlkirin. Ez nabêjim dijberiya zilam bikin, bila alikariya zilam bikin. Ji ber ku jin û zilam temamkerê hevdu ne.”
Li BAşûrê Kurdistanê û Iraqê, muxtar ji karên rêveberiya tax yan jî gundan berpirs e. Erkê çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirinê di stûyê muxtar de ye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ