
30 endamên jin cihê xwe digirin
Merasîma vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, piştre endama rêveberiya navanda Asayîşa jinê li Kobanê Melîha Ebdula axivî û vekirina navendê li jinan pîroz kir û wiha dewam kir: ”Mafê jinê ye ku xwe birêve bibe, ji ber ku jin hêza civakê ya serekeye û jin jiyanê birêve dibe. Lewre pêwîste jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û biryarên xwe bi xwe bistîne, ev navend jî gava yekemîn e ji bo avakirina sîstem û rêxistina jinan.”
Ebdula, got ku asayîşa jinê wê karibe jinan ji tundî û çewisandinan biparêze.
Endama Yekîtiya Star Peyman Ehmed jî axivî û vekirina navendê li jinan pîroz kir. Ehmed, diyar kir ku jina Kurd bi îrade û tekoşîna xwe ya azad dikare xwe ji tundî û çewisandinê biparêze.
Her wiha Îsmet Xelîl rêvebirê asayîşa giştî ya Kobanê, Ehmed Şêxo bi navê Meclîsa bajarê Kobanê jî axivîn û bal kişandin ser rol û girîngiya asayîşa jinê. Navend ji hêla dayika şehîd Dilşêr û Dayika şehîd Şiyar ve hate vekirin.
Li navenda asayîşa jinê ya Kobanê 30 endamên jin cihê xwe digirin û bi hemahengiya asayîşa giştî ya Kobanê re erkên xwe yên parastinê pêktînin.
ANHA/KOBANÊ