
‘Xweserî xelata berxwedanê ye’
Peyama Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê wiha ye: “Îlana xweseriya demokratîk li kantona Efrînê, biryardariya gelê Kurd a di jiyana azad û demokratîk de nîşanî tevahiya cîhanê da. Pêwîste xweseriya demokratîk a li kantona Efrînê weke israra gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê ya di jiyana azad û demokratîk de bê dîtin.
Tevî ku gelê Efrînê di bin dorpêçî û êrîşeke her demî de ye jî, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka şerê azadiyê nîşan daye. Tevî ku ji ber koçberiya ji Heleb û gelek deverên din nifûsa wê du qat zêde bûye jî, bi piştevaniyeke xurt li ber xwe daye û hemû êrîş bêbandor hiştiye. Bi deh hezaran welatiyên Kurd di şûna derketina derve de li Efrînê bi gel re maye, berxwedana hebûn û azadiyê meşandiye û weke xelata vê jî xweseriya demokratîk îlan kiriye.”
‘Efrînê xeta azadiyê kurtir kir’
Di peyama KCK’ê de li ser girîngî û berxwedêriya Efrînê jî hate rawestîn û wiha hate gotin: “Efrîn, di polîtîkaya Erebkirinê ya rejîma Baas a li hemberî Kurdan de, ku bi qirkirinê dimeşîne, cihekî pîlot e. Bi çûyîna Rêber Apo bo Rojhilata Navîn re gelê Efrînê xwedî li Rêber Apo derketiye û bi hêzeke mezin beşdarî Têkoşîna Azadiyê bûye. Bi hezaran Efrînî herikîne refên gerîla û li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşiyane. Eger şoreşa Rojava veguheriye şoreşeke jinê, di vê de keda mezin a jinên Efrînî heye. Efrînê, xeta azadiya jinê ya Rêber Apo kûrtir kiriye û bi berxwedan û ruhê azadiyê re li dijî hemû êrîşan li ber xwe daye. Bi vê evîndariya azadiyê re, wê xweseriya demokratîk xurtir bike û bibe yek ji hêzên bingehîn ên şoreşa demokratîk a Sûriyeyê.”
Serdema şoreşên demokratîk KCK’ê di peyama xwe de Şoreşa Rojava mîna model û mînaka şoreşên demokratîk ên gelan li Rojhilata Navîn binav kir û wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava, bi îlankirina xweseriya demokratîk li sê kantonan re ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn cara yekemîn sîstemeke siyasî û civakî ya ku gel di rêveberiyê de ye, ava kiriye. Êdî li Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn mînakek heye ku ne desthilatdar, gel di rêveberiyê de ye. Ji ber vê yekê wê mîna berê hêsan nebe ku hêzên desthilatdar li ser gelan serdestiya xwe û mêtîngeriya xwe bimeşînin. Rejîmên ne demokratîk wê ji aliyê civakan ve neyên qebûlkirin. Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn serdema şoreşên demokratîk û azadîparêz a jinê daye destpêkirin. Serdemeke demokrasiyê ya ku hemû qewm û civakên olî, hemû beşên civakê bi awayekî azad û demokratîk lê bijîn, hatiye destpêkirin.”
Banga xwirtkirinê
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di dawiya peyama xwe de ev bang kir: “Li Rojhilata Navîn ku yekemcar dewlet li wir çê bû û krîza herî giarn a sîstema dewletperestiyê li vir xwe da der, civakên li derveyî dewletan wê bi demokrasiyê re hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin, di şûna kaosê de Rojhilateke Navîn a aram û aştiyane biafirînin. Bi vê wesîleyê em gelên Şoreşa Rojava pêkanîne careke din pîroz dikin û destnîşan dikin ku şoreşên xwe dispêrin civaka demokratîk ti carî wê têk neçin. Em banga xurtkirina şoreşa demokratîk û pêşengiya azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn dikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Pergala alternatîf afirî ye
Hevserokatiya KONGRA GEL bi boneya îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ya ku di 29’ê Çile de daxuyaniyekê nivîskî weşand û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê li hemû gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pîroz kir û silav kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL di daxuyaniyê de balê dikişînin li ser girigiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên li Rojavayê Kurdistanê hat îlan kirin û wiha pêde diçe: “Di vê pêngava dîrokî de, pêkhateyên di Kantona Efrînê de cih girtine, em hemûyan bi dil û can silav dikin. Bi wesîla vê rojê, şehîdên ku esas xwediyên van pêşketinên dîrokî ne, şehîdên Efrînê û hemû şehîdên Rojava bi hurmet bîr tînin. Wekî tê zanîn ku avakirina civaka azad, pergala alternatif û demokratîk ne hêsan e. Yanî, barê li ser milê her sê rêveberiyên kantonan jî, bê guman giran e. Ji ber vê yeke jî, ji bo serketina proja xweseriya demokratik, pêwistî heye ku herkes xwe berpirsyar bîbîne û alîkar bibe.”
KONGRA GEL daxuyaniya xwe bi van hevokan bidawî dike: “Di demên pêşiya me de, di her sê kantonan de bi avakirina edaleta civakî, bi pêşengiya tekoşîna jina azad avakirina civaka demokratik, bi wekheviya hemû bawerî û nasnameyên cûda, şoreşa Rojavayê Kurdistanê yê bi van rastiyên xwe ew çavên kor, guhên ker û zimanên lal yê bide vekirinê. Pêwîste li gorî vê rastiyê em tekoşîna xwe bilind bikin.
Li ser vî esasî em li ser navê KONGRA GEL, vîna gelên Kantona Efrîna rengîn silav dikin, Rêveberiya Xweseriya Demoktarik a Kantonê pîroz dikin, di xebatên wan de serketinnê dixwazin.“
BRUKSEL