Navenda ku navê Şervana YPJ’ê Hemrîn Heso (Arjîn Mezlûm) a di 19’ê Tebaxa 2014’an de di berxwedana bajarokê Cezaa yê Girkê Legê de jiyana xwe jidest dabû, lê hatiye kirin, li taxa Kelasê ya Hesekê bi merasîmekê hate vekirin. Di merasîmê de, Fermandara Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Mustefa, nûnerên HPC’ê yên jin ê li Serêkaniyê, Dirbêsiyê û bi deham jinên bajêr amade bûn. Di navenda HPC-Jin a Arjîn Mezlûm de 43 jin hene. Ji vana 35 Kurd, 8 Ereb ku ji wan ji Urdunê û yek jî ji Lubnanê ye. Navend ji aliyê dayika têkoşer Arjîn, Wehîda Mehemed Hesen ve hat vekirin. Di merasîmê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir.
HESEKÊ