Derhênera jin Rojda Şekersoz a kurd, bi fîlmê xwe yê ‘Drom Vidare’ (Xeyalên xwe bidomîne) beşdarî 40’emîn Mîhrîcana Fîlman a Goteborgê bûbû û xelata xwe ya yekemîn wergirt. Ji 84 welatan bi giştî 457 fîlm beşdarî mîhrîcanê bûn, pêşbirka mezin dest pê kir. Xelatên her sal ji hêla Yekitiya Dêrên Swêdê ve tên belavkirin, derhênera kurd Şekersoz jî hêjayî xelatê hat dîtin. Dê Şekersoz 50 hezar kronan hilde. 

Xelat ji hêla metran Carloline Krook ve hat dayîn. Şekersoz welatiya Swêdê ye, malbata wê di darbeya 12’ê Îlonê ya 1982’yan de koçî Swêdê kiriye û li wir hatiye dinê. Di 16 saliya xwe de 2 fîlm kişandine û fîlmê wê yê ‘Jiyaneke Cuda’ xelat girtiye. 


 AMED