Di nava 2 salên şoreşê de gelek dibistan, akademî hatin vekirin û xebatên bi vî rengî hatin meşandin. Di sala dawî de jî bi armanca ku hem ev xebat li gorî sîstemeke baştir bê meşandin hem jî hişmendiya dîrok û jiyana esasî ya civakê bê qezençkirin, amadekariyên zanîngehan hatin meşandin. Xebatên zanîngehan ji aliyê komek akademîsyenên dîroknas, civaknas, hiqûqnas, zanyarên siyasetê û ziman ve hatine destpêkirin. Van akademîsyenên ku ji demeke dirêj ve di nava van xebatan de ne, piştî amadekariyên nêzî salekê, biryara vekirina zanîngehê dan. Di encama amadekariyan de navê zanîngehê weke Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya hat diyarkirin.
3 beş hatin vekirin
Di bin banê akademiyê de destpêkê xebatên beşa hiqûqê hatin meşandin. Piştre jî di bin banê Fakulteya Zanistên Civakî de amadekariyên beşên civaknasî û dîrokê hatin kirin. Di van 3 beşan de niha 20 hîndekar cihê xwe digirin. Piştî van xebatan cihê navenda akademiyê li Qamişlo hat diyarkirin. Li navendê ji bo xwendekaran dersgeh pirtûkxane, cihên xewê, salonên sporê, midbex hatine amadekirin.
Akademiya ku dê di destpêka meha îlonê de bi awayekî fermî bê vekirin, li Rojava dê bibe yekemîn zanîngeh. Rêvebera Akamediya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê Rêşan Şakir îşaret bi pêvajoya şoreşê kir, got, li her warî xebatên avakirinê hene, lê wan di warê zanistê de valahiyek dîtiye, her wiha pêdiviya civakê jî li holê bû, lewma ev fikra vekirina zanîngehê derketiye holê. Rêşan Şakir li ser navê zanîngehê jî weha peyivî: “Li ser vê yekê nîqaşên me çêbûn û di encamê de hate diyarkirin ku armanca bingehîn ronîkirina civakê ye, lewre akademî jî vê yekê pêşwazî dike.
Di encamê de gotin akademî hate ecibandin. Akademî di heman demê de têgeha zanîngehê jî pêşwazî dike. Jixwe zanîngehên yekemîn ên dîrokê jî akademî ne. Têgeha zanîngehê jî piştre li şûna têgeha akademîa hatiye bikaranîn.” Rêşan Şakir destnîşan kir ku di pêşerojê de li gorî pêdiviyan nav dikare were guhertin jî û beşên wêje, felsefe, erdnîgarî, zanistên siyasî, aborî, ragihandin û hwd. bêne vekirin. Li ser pergala perwerdeyê jî Rêşan Şakir ev agahî dan: “Xwendekar niha bi piranî ji herêma Cizîrê ne, lê siberojê ji 3 kantonan û Suriyê miracaetên xwendekaran wê bêne qebûlkirin. Miracaet piştî hevpeyvîna devkî têne qebûlkirin an jî redkirin. Kesên tevlî perwerdeyan dibin, di heman demê de wê ji bo mamostetiyê jî bêne perwerdekirin. Perwerde wê li ser esasê 3 lingan bê meşandin. Her yek ji van jî wê salekê dewam bike.
Sala pêşî dersên bingehîn ên hevpar wê bêne dayîn. Sala duyemîn jî wê perwerdeya qada pisporiyê bê dayîn. Sala 3’yemîn jî wê teza bidawîkirinê bê amadekirin. Di encama vê pêvajoyê de xwendekarên ku dikarin bibin hîndekar têne diyarkirin û tevlî bernameya enstituyê têne kirin. Ev jî nêzî salekê dewam dike, yanî pêvajo hemû 4 salan dewam dike.” Şakir got, ji ber pêdiviyan perwerde şidandî û lezkirî ye lê piştre dema perwerdeyê dikare bê asayîkirin û dirêjkirin. Şakir got, piştî rêveberiya xweser hatiye îlankirin wan bi Wezareta Perwerdeyê re têkilî daniye û wezaretê jî projeya wan ecibandiye, her wiha piştgirî daye û wezaretê destnîşan kiriye ku wê dîplomayên akademiyê bi awayekî fermî qebûl bikin. Şakir da zanîn ku ew bi gelek akademîsyenên li Bakûr û gelek herêmên din re ketine nava têkiliyan.”
Perwerdeya demokratîk
Rêşan Şakir got, ew dixwazin di feraseta perwerdeya 5 salan a şaristaniyên navendî de şikestinekê pêk bînin û armanca vekirina akademiyê jî wiha rave kir: “Em dixwazin alternatîfekê bi pêş bixin li dijî pergala perwerdeyê ku sîstema dewletî, desthilatdar û hegemonîk çêkiriye. Di vê bingehê hedefa me ew e ku em hîmên sîstema perwerdeyê deynin ku yek ji lingên bingehîn ên projeya netewa demokratîk e. Bi vî rengê em dixwazin sazîbûnek ku dikeve xizmeta lêgerîna jiyana exlaqî û polîtîk ava bikin.”
Dengbêj wê dersê bidin
Şakir li ser dersan û xebatên din jî agahî dan û wiha axivî: “Di beşên civaknasî û dîrokê de dersên hevpar ên wekî ‘rêbaz û teknîkên lêkolînê, di zanistên civakî de pirsgirêka rêbazê û rejîma heqîqetê, têgehên zanista civakî, jîneolojî, komputur, çîrok û ingilîzî’ wê bêne dayîn. Kesên wekî dengbêj û çîrokbêjan ku di nava gel de tên nasîn û gelek zanîn wan hene jî dê bi devkî dersan bidin.”
ANHA/QAMIŞLO