Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf zaningeh li gelê herêmê pîroz kir. Hediye Yusuf bal kişand li ser rolê têkoşerên azadiyê di şoreşa Rojava de û got ku ev Akademî wê xwedî rolekî giring di avakirina nivşekê nû de be.
Serokê Desteya Perwerdê Mihemed Salih Ebdu li ser vekirina yekemîn zaningeha Mezopotamya axivî û wiha got: “ Xweseriya Demokratîk roj bi roj dibe heqîqetek ser rûyê cîhanê.”
Mihemed Salih Ebdu da diyar kirin Şoreşa Rojava ne tenê di aliyê leşkerî de tê rêvebirin û wiha berdewam kir: “ Şoreşa azadî, perwerdê, fikir û îdeolojîke.”
Salih Ebdu dawî de bang li partî û hêzên Kurdî kir di demekî herî nêz de kongreya newetewî were darxistin û hêzek hevbeş a leşkerî ya Kurdî were avakirin.
Endama Desteya Rêvebir ya TEV-DEM’ê Henîfe Hisên jî wiha got: “ Em baş dizanin ku îro Rêber APO vekirina vê zaningehê bibîhîse wê pir keyfxweş bibe. Em vê zaningeha yekemîn a Rojava dikin diyarî ji bo Rêber APO.”
Zaningeh piştî amedekariyên salekê vekirin. Îsal 60 şagirtan navê xwe ji bo zaningehê nivîsandine. Wê ev dersên hiqûq, civaknasî û dîrok were dayîn. Şagirt wê nêzî 4 salan perwerde bibînîn. Hem di aliyê pratîkî hem jî teorî.
Piştî axavtinan Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Endama Desteya Rêvebir ya TEV-DEM’ê Henîfe Hisên û Serokê Desteya Perwerdê Mihemed Salih Ebdu şelîta vekirinê birîn. Welatî di nava zaningehê geriyan.
QAMIŞLO