KNK´ê dawiya hefteyê rojeke sax civînek ji bi diyarkirina helwêsta neteweyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dar xist. Peyama sereke ya civînê ew bû ku helwêsta neteweyî wê karibe bi dagirkeriyê.

Li Brukselê di civîna tevahiya rojê de deklerasyona helwêsta neteweyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê hate amadekirin. Beşdaran got; “Dagirkerî tenê bi helwêsta neteweyî dikare were pûç kirin.”

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji her çar parçeyên Kurdistanê ronakbîr, nûnerên partî, sazî, rêxistinan ji bo diyarkirina helwêsta neteweyî li paytexta Belçîkayê Brukselê civiyan.

Beşdarên civînê li beramberî êrişên hêzên mêhtinger ên li dijî Kurdistanê, li ser helwêsteke neteweyî serê xwe êşand.

Di beşa dawî ya civînê de hem beşdaran nêrînên xwe îfade kir û hem jî pêşnûma deklerasyona helwêsta neteweyî ya Komîteya Amadekar, hate gotûbêjkirin.

Di beşa duyem de nûnerê PEN’a Kurd Kakşar Oremar diyar kir ku ji bo lidarxistina konferansa aştiyê ya navneteweyî ya li Hewlêr û Qamişloyê ew xebatan dikin. Oremar diyar kir ku ji gotinan zêdetir divê pratîk were kirin û ragihand ku li pişt amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Îran jî cih digire.

Piştre, nûnera Koma Xizmên Mexdûr û Windayan, Yadê Sûltan axivî û got êrişên dagirkeriyê ne tenê li dijî gerîla li dijî sivîl û xwezaya Kurdistanê ne jî. Hevserokê Înstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, nivîskar Fevzî Ozmen jî bibîrixst ku gelê Kurd di dîrokê de dema yek bûye, têk neçûye û ev bang kir; “Divê li dijî dijminên gelên Kurd û hevkarên hêzên dagirker, helwêsteke stratejîk were nîşandan.”

Ne PKK, êriş li dijî Kurdan e

Nûnerê Partiya Yerkîtiya Demokratêk a Kurdên Sûriyê, Emîn Cîre jî bal kişand ser êrişên li dijî gelê Kurd û got; “Eger sibe plana şer a Erdogan pêk were, ti wateya wê nîne em bibêjin gel, yan jî ev gel. Li gorî min hemû pîlan ji bo sedsaliya salvegera Lozanê yanê 2023´yê tê kirin. Dibêjin, hêzên Başûr bêdeng in, li gorî min ne bêdeng in, ew jî di nava vê pîlanê de ne.”

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî got êriş ne tenê li dijî PKK’ê li dijî hemû gelê Kurd e û wiha domand; “Di hinek axaftinan de tê gotin, ji ber yekîneyên PKK’ê li wê herêmê ne, êriş li dijî PKK’ê ye. Li gorî min ev şaş e, êriş li dijî Kurdistanê hemûyî ye. Beriya çendekê, me li Trabzonê dît, ma li wir PKK hebû?.”

Roja çalakiyan

Di beşa dawî ya civînê de pêşnûmaya Komîteya Amadekar a KNK’ê ya “Deklerasyona helwêsta neteweyî ya li dijî dagirkeriyê” hate xwendin. Piştre beşdaran têkildarî deklerasyonê nêrînên xwe îfade kirin. Deklerasyon wê piştre bi raya giştî re were parvekirin.

Li aliyê din banga piştgirîdayîna ji bo çalakiyên 10’ê Tebaxê yên li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ku wê li tevahiya Ewrûpayê were lidarxistin, hate kirin.

Bi pêşengiya KCDK-E´yê wê “10’ê Tebaxê Roja Çalakiyên Li Dijî Dagirkeriyê” were îlankirin û di serî de li konsolosxaneyên Tirk û meydanên girîng ên Ewrûpayê bi girseyî dagirkeriya dewleta Tirk bê protestokirin.

BRUKSEL