BERHEM LETÎF / ROJNEWS

Sekreterê Hizba Komunîsta Kurdistanê Dr. Kawa Mehmûd got, ku pêwîst e li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê helwêstek Kurdistanî ya yekgirtî hebe û tekez kir ku êriş nikarin pêşî li têkoşîna gelê Kurd a ji bo bidestxistna mafên xwe bigire.

Dr. Kawa Mehmûd dijberiya xwe ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk anî ziman û got; “Em li dijî hemû binpêkirin, topbaran û bombebaranên li ser xaka Kurdistanê ne. Li gorî min, ev kiryar binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê û dijberiya gelê Kurdistanê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê çaresernekirina pirsgirêka Kurd wiha kiriye ku neyarên gelê Kurd li dijî gelê Kurdistanê hev bigirin. Ev jî sedem e ku ev êriş tên ser me.”

Di çarçoveya stratejiya Kurdistanê de

Dr. Kawa Mehmûd diyar kir ku helwêsteyek yekgirtî li dijî binpêkirinên dewleta Tirk pêwîst e û got; “Van binpêkirinên dewleta Tirk pêwîstî bi helwêstekî yekgirtî ya Kurdistanê heye. Em timî li gel vê yekê ne ku siyaseteke hevseng a derve hebe. Ji cemsera herêmî û navdewletî ya weke Îran, Tirkiye û Emerîka dûr be. Ji ber ku bingehê mijarê çawaniya parastina aramiya Kurdistanê û herêmê ye.”

Dr. Kawa Mehmûd têkildarî bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ya li ser dagirkeriya dewleta Tirk jî got, “Erka hikûmeta Iraqê ye ku li dijî vê binpêkirinê helwêsteke wê ya cidî hebe. Lê, li gorî min hikûmeta Iraqê nebûye xwedî vê helwêstê. Hikûmeta herêmê jî ji ber rewşa ku tê de ye nikare bi riya hêzê serweriya xaka Kurdistanê biparêze.”

Dr. Kawa Mehmûd di çarçoveya stratejiya Kurdistanê de yekgirtina hêzên Kurdistanî ji bo parastina destketiyên gelê Kurd girîng dibîne û dibêje; “Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd bi bombebaran û êrişan dest ji têkoşîna xwe bernade. Wê mafên xwe bi parêze û wê xebata xwe berdewam bike.”