Firat Keklîk bi nivîseke li ser diyarname.com de weşandî, dêhn û bala xwe daye dewra zarokan di wêjeya Kurdan de. Êdî em nivîsê li vir dubare nekin jî, ew mînakên ku wî ji bo afirîneriya zarokan di nava zilma li ser zimanê Kurdan de dayî belkî hêjan e ku li ber xwînerên me jî bin. Bi ya wî ev mînak jî nîşan didin, tevî mezlûmiya xwe, zarokên Kurdan "çalak û jîr in". Axir, ji zarokên doh û îro hilberînên lîrîk ên bi kafiye ji bo lîstikan tîne û behsa wan dike, çawa mînaka zarokên doh li jêr îfade dike:
- Tase to Elo Fato Tase herî Hedya Behrî
Tirr fis Rihan Ûnis Beqa avis Belqîza Xalis.
Ji zarokên doh mînak
Di mînakên zarokên berê ku Firat Keklîk aniyî de ya ku ez wisa ji xwe hêjayî kişandina bala xelkê dibînim ew e ku mijarên zewacê, û peyvên ku diyar e eyb wan dike tabû. Ev peyvên eyb wan dike tabû jî kenê zarok û mezinan tînin. Erê, ez behsa "tir", "fis" û "vir" dikim. Mînakên din ji zarokên dohî ku Firat Keklîk wan tîne, ev in:
- Avamesya dêlika belek pê hisiya Derdê min yek bû, bû sis(i)ya
Avdelîk Tirra dîk
Golesor Silla sor
- Gulê Gulê Gulistan xwazila bibûya zivistan, Îsa Mûsa hevxista
Min xwe ra gulê bixwasta. Ewbekir kirt ke şekir
Dewata xwe kir, Gazî min nekir.
- Silêmanê du nukil Çû Bayîzdê virek kir
Hat orta du gunda tirek kir. Mînakên zarokên îro
Firat Keklîk ew mînakên li jor (bi ya min bêhtir metelok in) li ber mînakên zarokên piştî salên 2000´î girtine, ê min pêşî navên weke Bîrgul li ber çavên min ketin û paşê jî di dema me de em "diçûn mala Osê" lê niha em "Tajdîn dixin hepsê“. Lê asil hûn in, ka wê çi li ber çavên we bikeve û nekeve:
- Dolaba Gul Heqî Bîrgul
Ava çem kaniya Xiyasedîn Namiya
Simlê cê Xidir Xecê
- Nonê qatme Tajdîn Fatme
Du kîlo bîber Seytxan Dîlber
Yek du sê Tajdîn kete hepsê.
NAVENDA NÛÇEYAN