Yekîneya Tolhildanê li Bûrsayê şewitand
Li metrepolên Tirkiyê rêxistiniya bi navê Yekîneyên Tolhildanê nasekinin. Li dijî şerê dagirkeriya li Kurdistanê û li dijî înkara gelan û gelê Kurd li metrepolan li dijî bereya faşîst a AKP-MHPê çalakiyan pêk tînin.
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rênas Andok a Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn li Bûrsayê li kargeha hevkarê AKP-MHP'ê çalakî kir. Yekîneyê xwest her ciwan bibe şervanekî tolhildanê.
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rênas Andok a Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn der barê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamên me 30'ê Nîsanê li navçeya Gursû ya Bûrsayê li dijî depoya hewa sar a hevkarê desthilatdariya AKP-MHP'ê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de agir bi depoyê ket û îmha bû. Herî kêm bi 10 milyon TL'î xisar li depoyê bû."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çalakiyên me yên tolhildanê li dijî çavkaniyên aboriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst û hevkarên wê wê bidomin... Em bang li ciwanên Kurd hemûyan dikin ku di berxwedanê de bibin yek û li her devera ku lê ne bibin şervanên tolhildanê."