Yekîneya veşartî ket kemîna HPG’ê
HPG’ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Artêşa Tirk a dagirker ev demeke li herêma navbera qereqolên Serêkanî û Gurbûlakê yên navçeya Bazîd a Agiriyê bi yekîneya veşartî kemînan datîne. Gerîlayan ev yekîneya veşartî ji nêz ve dişopand û di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 20’ê Cotmehê li yekîneyê dan.Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî gule li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi rêya ambûlansan ji herêmê rakir.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd agirî de roja 20’ê Cotmehê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li kozik û stargehên dijmin hate xistin. Lê Hejmara kuştî û birîndara nehate zelalkirin.
Derbên giran li çeperên dijmin hate xistin.
20’ê Cotmehê di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hate xistin.”ANF / BEHDÎNAN