Ev yekîneyana li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi çalakiyên rêzgarkirina Şengalê kir. Di şer û pevçûnan de gundê Çil Mîra yê girêdayî qezaya Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rêzgarkirin, 2 çete hatin kuştin di nav de emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Mesûd hebû û tirimpêleke çeteyan hate rûxandin. Her wiha Yekîneyên Berxwedana Şengalê tirimpêleke leşkerî û 4 çekên keleşkof ên çeteyan desteser kirin.


Ji Silêmaniyê çûn Şengalê

Ciwanên Kurd ji bo parastina Şengalê tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê dibin. 120 ciwanên Êzîdî yên li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê dijîn, ji bo tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibin ketin rê. Yek ji ciwanan beriya ku bikevin rê ji ANF’ê re axivî û got: “Me ji hikûmeta Federal a Kurdistanê re got ku çekan bidin em li ser axa xwe têbikoşin, lê ev daxwaza me neanîn cih. Axa me mirovên me di bin tehdîda komkujiyê de ne. Bi YPG’ê re emê mil bi mil şer bikin.” Tê gotin ku bi riya Yekîneyên Parastina Şengalê, Kurdên Êzîdî wê xwe bi xwe biparêzin.

Ji bo parastinê vegeriyan
100 Ciwanên Êzdî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê xwe li rojavayê Kurdistanê girtibûn, tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn û berê xwe dan qadên şer. Ji ciwanan Şengalê Îlyas Xêro diyar kir ku Pêşmergeyên PDK ji Şengalê vekşiyan û piştî vê çeteyên DAIŞ'ê derbas bûn û Şengal xistin destê xwe. Li gorî Xêro piştî vekşîna Pêşmergeyên PDK'ê û derbasbûyîna DAIŞ'ê bi hezaran welatiyên Şengalê koçber bûn. Îlyas Xêro da zanîn ku çeteyan li Şengalê di derheqê Kurdên Êzdî de komkujî pêk anîn û gelek jî revandin û wiha anî ziman: "Ez dixwazin biçim Şengalê ji bo parastina xaka welatê ya pîroz ji çeteyên DAIŞ'ê rêzgar bikim." Ciwanê bi navê Îro Husên ê tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bû, da zanîn ku PDK'ê Şengal berda û di destê DAIŞ'ê de hişt. Ji ciwanan Îyad Şemo jî wiha got: "Ji bo Parastina xaka Şengalê ya Pîroz, ez tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê dibim."

Banga tevlîbûnê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê diyar kir ku 25 ciwanên Êzidî ji parçeyên Kurdistanê hatine û tevlî yekîneyên wan bûne û bang li hemû ciwanan û bi taybet yên Êzidî kir da cihê xwe di nava refên yekîneyan bigrin û parastina Kurdên Êzidî li Şengalê bikin. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê daxuyaniyek da û têde wiha hate gotin: "Piştî me yekîneyên xwe yên bi navê 'Yekîneyên Berxwedana Şengalê' ava kirin, me banga li tevahiya gelê Kurd û Êzidî kir ku tevlî me bibin. Bi armanca tevlîbûna berxwedana li hember çeteyên DAÎŞ'ê û rêlibergirtina pêkhatina komkujiyan di derheqê Kurdên me yên Êzidî, bi sedan ji welatiyên Şengal çek hildan û berê xwe dan herêmê û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengal bûn. Em birayên xwe yên ku çek hildan û tevlî refên Yekîneyên me yên leheng bûn, silav dikin û bang li hemûyan dikin tevlî me bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN