
Nûnera Tevgera Jinên Kurd ên li Ewrûpa (TJK-E) û endama KNK’ê Gulsum Aksoy, piştî civata giştî ya KNK’ê ya li Brukselê dawiya hefteyê hat lidarxistin, got, di nava jinên Kurd de yekîtiyeke neteweyî ava bûye û jinên Kurd hazir in pêşengiyê bikin ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re. Aksoy xwest hêzên li dijî berjewendiyên Kurd û yên yekîtiya neteweyî xira dikin jî eşkere werin rexnekirin û banga xwegirtina li yekîtiya neteweyî li wan were kirin.
Gulsum Aksoy bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn serdemeke weke ya Şerê Cîhanê yê Yekemîn heye, hingê Kurdistan hatibû parçekirin, hesab hemû li ser Kurdistanê bûn û got: “Lê belê gelê Kurd, tevgerên Kurd weke roja îro bihêz nebûn, weke îro di warê rêxistinî, hişmendî, bîrdozî û eskerî de birêkûpêk nebûn. Îro dîsa li ser xaka Kurdistanê û li ser hemû Kurdistaniyan şerekî parvekirinê û parçekirinê tê ferzkirin, bi destê hêzên hegemonîk û desthilatdarên li Kurdistanê. Ji ber wê yekê jî kombûna civîna giştî ya KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî girîng e. Lewma pirsgirêka gelê Kurd a herî girîng yekîtiya neteweyî ye.”
Em xiyanetê eşkere bi nav bikin
Gulsum Aksoy, dibêje, jin û gel xwedî yekîtiyê ne, lê belê rêxistin û partiyên siyasî hîna negihiştine wê yekîtiyê û wiha peyivî: “Belkî yek, du rêxistin bin bi hejmar, lê belê tesîrê li yekîtiya gelê Kurd dikin. Çima? Lewma bi destê dijmin bi rêya wan li ser Kurdistanê lîstik tên pêkanîn. KNK êdî yekser rexne dike û dawetî kongreya Neteweyî dike. Yek ji van jî PDK ye. Helwêsta PDK’ê ya îro roj bi ti awayî xizmeta gelê Kurd nake. Xizmeta cografya Kurdistanê jî nake. Têkiliyên wê bi AKP, dewleta Tirk, dijminên Kurdan re wisa ne; wê ewên ku li Kurdistanê, li Silopiya, Cizîrê, Nisêbînê van rojên dawî bi xwe komkujiyên mezin kirine, şermezar nekirin. Bi wan re yekser di nava hevkariyê de ye. Civata Giştî jî destnîşan kir ku helwêsta wan eşîrî ye û xwe disipêre desthilatê. Ev ji bo yekîtiya gelê Kurd xeterek e. Lewma îro li Kurdistanê şerekî pirr mezin bi destê AKP û DAIŞ´ê tê meşandin. Ketina wan a Cerablusê, plana wan a li ser Şengalê, planên wan ên li ser şoreş û destketiyên Rojavayê Kurdistanê, û her wiha li dijî Bakurê Kurdistanê tên zanîn.”
PDK’ê sînor di navbera Rojava û Başûr de çêkirin
Endama KNK´ê Gulsum Aksoy, dibêje, li şûna ku PDK cihê xwe li gel rêxistinên Kurd û yekîtiya gelê Kurd bigire, cihê xwe li hemberî wan digire û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev bi navê hevkariya aborî, siyasî, di rastiyê de xiyaneteke kûr e. Em wekî jinên Kurd vê wekî xiyanet dibînin. Xiyaneta sedsala bistûyekê ya li dijî gelê Kurd, li dijî destketiyên gelê Kurd bi hevkariya bi dijminê Kurd re. Ji ber vê yekê jî bi wan sînorên dijminan li ser me ferzkirî, di mesela Şengalê de di meseleya Rojava de nêzîkî Kurdan dibin; ev yek rewşa Kurdistanê niha herî zêde zehmet dike. PDK´ê di navbera Başûr û Rojava de sînor çêkirin”
Li dijî statuya gelê Kurd tevdigere
Nûnera TJK-E û endama KNK’ê Aksoy, îşaret bi wê yekê kir ku statuya gelê Kurd bi Şoreşa Rojava re ketiye pêvajoyekê ku statuya wî fermî bê qebûlkirin û got: “Li hemberî vê helwêsta PDK’ê ew e ku vê statuyê bi şûn ve bikişîne. Ji ber vê yekê wekî jinên Kurd me li dijî PDK û rêxistinên bi hişmendiya wê, ji bo yekîtiya neteweyî gelek xebat meşand, hem di warê rêxistinî, hem di warê dîplomatîk de. Jinên Kurd di xebatên neteweyî de bi çalakiyan û di meydana eskerî de jî pêşengî kir.”
Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd zelal e
Aksoy dibêje, di warê yekîtiya neteweyî de pirsgirêka jinan nîne û jixwe civata giştî ya KNK´ê jî bi tevlîbûna jinên her rengên çar parçeyên Kurdistanê vê yekê nîşan dide. Li ser mijarê Aksoy wiha dewam kir: “Fikrên me yek in, azadiya jinê, azadiya Kurdistanê, Kurdistaneke demokratîk û azad armanca me hemûyan e; ji bo vê yî yekîtiya me heye. Konferansa Amedê çêbû, ya Hewlêrê çêbû, em dixwazin vê bigihînin asta herî jor. Ne em li hemberî lîstikên dijmin dev ji têkoşînê berdidin, ne jî li hemberî xiyanetê em serê xwe ditewînin. Leyla Qasim, Şîrîn Elemhuyî, Rindêxan, Zarîfe û bi sedan mînakên wekî wan, îro jî Arîn Mîrkan, Viyan Soran hene. Di têkoşîna çekdarî de jî ji çar parçeyên Kurdistanê jin beşdar dibin. Dema ku mirov li têkoşînê û li kunyeya şehîdan dinihêre, mirov dikare bibêje ku Dêrsim û Mehabad, Efrîn û Hewlêr bûne yek.”
Jinên Kurd neteweyî
û navneteweyî pêşeng in
Aksoy diyar dike ku jina Kurd di asta navneteweyî de wekî pêşeng û mînaka şoreşa Kurdistanê hatiye qebûlkirin û dibêje: “Li ser vê cîhan dipeyive, wê dike mijara film, belgefilm, pirtûk û heta rojane dibe mijara gotaran. Em ê vê rastiyê di warê yekîtiya Kurd de çawa bidin birêxistinkirin, ev girîng e.”
Siyaseta parçekirinê ya welatên Rojava
Nûnera TJK û endama KNK´ê Gulsum Aksoy, bi bîr xist ku hêzên desthiladariyê ji parçebûnê sûdê werdigirin û wiha peyivî: “Hemû kêmasiyên te, kesên ji derve tên, dadigirin. Ango kêmasî û valahiyên ku yên wekî PDK û wekî ENKS´ê radibin derdixin, hin kesên din dadigirin. Ji ber wê jî em wan li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd ên siyasî, jiyanî û ewlekariyê dawetî yekîtiya neteweyî dikin. Wekî jinên Kurd ji bo vê yekê em ê têkoşîna xwe ji niha û pê ve xurttir bikin.”
ULKEM ZEREMYA/BRUKSEL