Endamên Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Dêrikê gotin ku divê Kongreya Netewî ya Kurdistanî bêyî beşdarbûna PDK’ê were lidarxistin.

Rewşenbîrên herêma Dêrikê nêrînên xwe yên derbarê lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanî nêrînên xwe ji ANHA’yê re anîn ziman.


Dilbixwîn Mamşûr: Êrîşên Tirkiyê tu cudakariyê naxin navbera pêkhateyan. Em dizanin ew êrîşî fikrekê dikin. Da ku siyasteta xwe ya kevin  siysta Tirk kirinê ya   Osmaniyan  pêk bînin, vê yekê dikin û ew şerê zimanê Erebî, Kurdî û Suryanî dikin.  Em ji dewletên navnetewî dixwazin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin. Her wiha  ji hemû Kurdistaniyên dixwizin ku girînge ji bo çareserkirina doza Kurdî kongreya niştîmanî ya Kurdistanê bê li dar xistin. Kongre dermanê doza Kurdî ye. Partiyên ku li hember vê gave diskinin jî PDK`ê ye. Bi vê redkirinê ew tekez dikin ku ew ne Kurd in û doza Kurdî ne xema wan e.


Bêdengî hevkariya dewleta Tirk e

Dêrik Behzed Remedan: Êrîşa dewleta Tirk ne tenê li dijî YPG`ê ne, li dijî QSD`ê û welatiyên sivîl ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan û Çerkes ji pêk hatin. Em ji hemû partiyan dixwazin ku li dijî van êrîşan bisekinin. Yê ku li ser van êrîşan bêndeng bimîne, ew hevkarê Tirkiyeyê ye. Em ew partiyên ku bi dewleta Tirk re şerê herêmê Rojava dikin, şermezar dikin. Ji bo danîna çareseriyekê ji doza Kurdî re, pêwîste kongreya niştîmanî ya Kurdistanê were li dar xistin. Lê PDK`ê li hember vê yekê dibe asteng û ev yek ne nêzikatiyeke niştîmanî ye û ew ne xwediyên doza Kurdî ne. Pêwste heta ku bêyî beşdarbûna wan be jî kongre bête li dar xistin. Ew ti gavan bêyî Tirkiye navêjin û Tirkye naxwaze ku yekîtiyeke Kurdan hebe.


Dagirker di nava hevkariyê de ne

Melevan Resûl: Ji ber ku Tirkiye ti riyên destwerdana rewestandina li hember pirojeya fedral  a ku mafê hemû pêkhateyên herêmê diparêze nabîne, êrîşan pêk tîne. Pêwîste di vê qonaxê de kongreya niştîmanî ya Kurdistanê pêk were. Em dizanin ku dewletên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê li hev dicivin û derbkirina doza Kurdî pilan dikin.JI ber vê yekê pêwîste em Kurd hevbigirin û kongreya niştîmanî ya Kurdistanê li dar bixin.


Kongre misogeriya  doza azadiyê ye

Yûsif Osman: Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakurê Sûriye û hemû pêkhateyên herêmê Kurd û ereban piştî hevdîtinên di navbera Tirkiye , Îran, istixbaratên Sûriye û hin hêzên Kurdî de çêbûn,  bi awayekî pilankirî pêk hatin. Hêviya me ew e ku ev kongreya Kurdistan bête li dar xistin û em ji darxistina kongreyê re amade ne. Lê hin partiyên weke PDK`ê li hember vê sekinî.Em niha bang li hemû partiyan û welatparêzan dikin ku kongreya niştîmanî ya Kurdistanê li der bixin.Ji ber ku kongre misogeriya serkeftina doza Kurdî ye. 


KAWA HEMO/ EVÎN OMER / ANHA / DÊRIK