Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Berdan Ozturk, li ser peyama Rêber Abdullah Ocalan a der barê yekîtiya neteweyî de, got; “Daxwaza hevpar a gelê kurd e. Yên ji bo vê daxwaza gelê kurd nebin bersiv wê wekî lekeyek reş di nava rûpelên dîrokê de cih bigirin.”

Ozturk, anî ziman ku Ocalan tevgerên kurdan hemû vexwendine yekîtiya neteweyî û got, “Li Rojhilata Navîn ji bo gelê kurd bibe xwedî gotin, şert e li Kurdistanê li ser asasekî demokratîk ji bo yekîtiya neteweyî gav bên avêtin. Naxwe wê ev firsenda sedsalî û destkeftiyên kurdan ku bi bedêlên giran bi dest xistine têkevin talûkeyê. Tunekirina van destkeftiyan, tê wateya ku gelê kurd sedsalê din jî winda dike. Kîjan partiya ku temsîliyeta gelê kurd dike dibe bila bibe, mecbûr e li ser asasê vê rastiyê gav bavêje. Loma tişta ku Ocalan dixwaze bêje; heger em yekîtiya neteweyî çênekin wê tenê ne Herêma Kurdistana Federe an jî Bakur û Rojhilatê Sûrî, wê desteftiyên Kurdistanê hemû ji dest biçin.”

Nehatina yekîtiyê çilkeke reş e

Ozturk, rewşa li Zînî Wertê jî bi bîr xist û anî ziman ku ew rewş bi tenê bi herêmekê bi sînorkirî nîne û got, “Parçebûna gelê kurd nayê wateya ku gelê krud ne gelek e. Gelê me ji bo her destkeftiyekê bedêlên giran daye. Niha jî ji bo parastina van destkeftiyan hê jî bedêl dide. Loma divê her parçe xwedî li destkeftiyên parçeyên din jî derkeve û wan biparêze. Rêya vê jî yekîtiya neteweyî ye. Daxwaza gelê me pir zelal e; li ser asasên demokratîk pêkanîna yekîtiya neteweyî. An em ê bibin bersiva daxwaza gelê xwe an jî yên neyên ji kîjan partî, rêxistin û saziyê dibin bila bibin wê wekî lekeyek reş di nav rûpelên dîrokê de cih bigirin.”

 

AMED