Endamê Rêveberiya Partiya Komûnîst a Kurdistanê, Ehmed Mecîd ragihand ku her tim dijmin êrîşî ser xaka Kurdan dike û got: “Eger yekîtiyeke me ya bi hêz a neteweyî hebe, ti welatek nikare êrîşî me bike, ji ber wê lidarxistina Kongreya Neteweyî  pêwîstiyeke gelekî girîng e.”

Partiya Komûnîst a Kurdistanê tevlî civîna yekem a Şêwra Neteweyî ya ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd  bûbû. Biryar e civîna şêwra duyem were lidarxistin. Der barê bername û planên Partiya Komûnîst ji bo şêwira duyem a Kongreya Neteweyî de endamê Rêveberiya Partiya Komûnîst a Kurdistanê, Ehmed Mecîd got, “Me wek partiya Komûnîst a Kurdistanê her tim xwestiye li ser asta çar parçeyên Kurdistanê Kongreya Neteweyî were lidarxistin û bi lez were kirin. Da ku Kurd di nav xwe de bibin xwedî yek peyam. Pêşniyaz û gotinên me li ser civîna şêwra neteweyî ji bo Kongreya Neteweyî ew bû ku çawa bikarin Kurd yekgirtî bin. Ji ber ku dijmin bi ne yekbûna me kêfxweş in.”

Ehmed Mecîd axaftina xwe wiha domand: “Dema em dibêjin Kongreya Neteweyî ya Kurd, pêwîstiyeke neçarî ye. Divê kongre giştî be, ji bo ku Kurd li hember her ihtîmalê bikarin rawestin. Ji ber wê, welatên cîran rê nadin ku Kurd  bibin xwedî dewleteke serbixwe.”

Ehmed Mecîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim dijmin xaka Kurdan dagir kiriye û êrîşî Kurdan dike. Em bi yekgirtinê dikarin pêşiya hemû welat û aliyên êrîşî xaka Kurdan dikin, bigirin. Eger yekîtiyeke me ya bi hêz hebe, ti welat nikare êrîşî me bike.”


HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS