Endamê KNK’ê Adem Uzun li ser tevlînebûna PDK’ê li şêwra yekîtiya neteweyî got, divê ji diyalogê nereve. Endamê KNK’ê Zekerya Helebce jî diyar kir, daxuyaniya li ser tevlînebûnê karê PDK’ê ye. 

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hate organîzekirin, 15-16’ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi rê ve çû. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên zêdeyî 60 partiyên siyasî, bi dehan rêxistinên civakî yên sivîl, bi sedan rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspî tevlî bûn. Lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û komên pê ve girêdayî, tevî ku di dema serdana KNK’ê de gotin, ew ê tevlî karê ji bo yekîtiya neteweyî bibin jî, tevlî şêwrê nebûn.

Hat ragihandin, ku rayedarên PDK’ê li ser tevlîbûn an tevlînebûnê heta roja dawî agahiyên nakok dane KNK’ê û ji bo tevlîbûnê jî hin şert danîne pêş. Endamên KNK’ê Adem Ûzûn û Zekerya Helebce mijar nirxandin.


‘Me ew vexwendin ew nehatin’

Ûzûn bi bîr xist, heyeta ji bo şêwra yekîtiya neteweyî bi PDK’ê re rûnişt û anî ziman ku PDK’ê nexwestiye tevlî şêwrê bibe. Ûzûn got, “Çawa ku em bi her kesî re rûniştin û me ew vexwendin, em bi wan re jî rûniştin û me ew jî vexwendin. Negotin ku wê neyên. Lê nexwestin bên. Lê belê meseleyên neteweyî karê me hemûyan in. PDK jî di nav de. Yanî wan jî elaqedar dike. Vê carê nehatin. Ji bo bên civîna di dorê de, wê hewldanên me bidomin.”


‘Tevlîbûna PDK´ê wê baş be’

Ûzûn destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî wezîfeya her partiyeke Kurd e û got, lazim e mirov xwe ji diyalog û danûstandinê venegirin. Ûzûn wiha dewam kir: “Tevlîbûna PDK’ê li nava karên neteweyî wê baş be. Lê belê xebatên neteweyî herdemî ne, wê bidomin. Ji ber ku gelê me, dîroka me, şehîdên me vê yekê ji me dixwazin. Ji bo yekîtiya neteweyî em ji her şêwe axaftin, diyalog, pêşniyaz û nîqaşê re amade ne. Em dibêjin, divê her kes bê û tevlî nîqaşê bibin. Pêwîst e mirov xwe ji nîqaşê, ji danûstandinê xwe venegirin. Em li bendê ne ku ew di platformên pêş de amade bin.”


‘Divê PDK eşkere bike çima nehat’

Endamê KNK’ê Zekerya Helebce jî anî ziman ku di dema amadekariya şêwra yekîtiya neteweyî de ew bi çi rengî nêzî hemû partiyan bûn bi heman rengî nêzî PDK’ê jî bûn û diyar kir ku eşkerekirina sedema tevlînebûna li şêwrê, karê PDK’ê ye. Helebce got, “Bi kîjan protokolê hevdîtin bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re hatin kirin û dawetname hatin şandin, bi heman rengî bi PDK´ê re jî hevdîtin hatin kirin û dawetname hate şandin. Lê wan tevlînebûn tercîh kir. Me dixwest ew tevlî bibin. Lê eger tevlî nebûn, wê çaxê eşkerekirina sedema vê jî karê wan e. Ew ê neçar bimînin ku ji gel re îzah bikin.”


RÊBAZ HESEN/ANF / SILÊMANÎ



Divê em hêviya gelê xwe pêk bînin


Endama berê ya parlamena Iraqê û endama KNK´ê Sozan Heme Tate got, lidarxistina Kongreya Netewî daxwaza gelê Kurd e li her çar parçeyên Kurdistanê û divê ev hêviya gel a yekîtiya neteweyî bi cih bê anîn.

Sozan Heme Tate tevlî Şêwra Kongreya Neteweyî ya dawiya hefteya bihurî ya li Silêmanî bûbû. Sozan Heme Tate şêwr erênî nirxand û got, “Pêvajo gelekî hesas e û çarenûsa gelê Kurd diyar dike. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku nêrîna gelê Kurd di lidarxistina kongreyê Netewî de bibe yek û yekîtiya netewî ya Kurdistanê were avakirin”.

Sozan Heme Tate di dawiya axavtina xwe de got, “Di Şêwra Yekîtiya Netewî de her kesî xwest ku Kongreyê Netewî were lidarxistin û ev yek daxwaza gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em ê ked û hewl bidin ku hêviyên gelê xwe yên yekîtiya neteweyî pêk bînin”.



CÎHAD ROJ/ANHA / SILÊMANÎ