Tevgera Enfalê ya rejîma Baas a Iraqê di navbera salên 1986 û 1989'an de li hemberî Kurdan da destpêkirin û di encamê de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, di sala 1988'an de gihîşt asta herî bilind. Lewma her sal di 14'ê Nîsanê de qurbaniyên Enfalê tên bîranîn.
Serokê Komeleya Qurbaniyên Komkujiya Helebceyê Loqman Abdulqadir bi wesîleya 28. salvegera komkujiya Enfalê diyar kir ku desteka pêewist ji qurbaniyên komkujiyê re nehatiye dayîn û got, her çend 28 sal di ser re derbas bûne jî hînê gelek birîn nehatine pêçan.
Bi tenê rojekê bi bîr tînin
Abdulqadir êşaret pê kir ku kesên dûrî Helebceyê, bi êşên wê nizanin û got, "Li hemberî Helebceyiyan bi tenê êrişa çekên kîmyewî nehat kirin û bi tenê bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest neda. Piştî komkujiyê bi dehan pirsgirêkên weke; zarokîn sêwî, zarokên windabûyî û cenazeyên bêxwedî derketin holê. Her sal di salvegera komkujiyê de rayedar tên Helebceyê, merasîmeke bîranînê li dar dixin û diçin. Ji bo me bibîranîna şehîdan girîng e, lê belê bi tenê ew tê kirin."
Loqman Abdulqadir îşaret bi nexweşiyên ji ber çekên kîmyewî kir û got, "tevî ku me bi gelek saziyan re têkilî danîne jî, ji bo dermankirina wan ti rêya çareseriyê nîşan nedan. Li şûna ku çareseriyekê ji nexweşiyê re bibînin rabûn gotin, nexweşan ji Helebceyê dernexînin. Wekî din, mûçeyên ji malbatên di komkujiyê de xizmên wan jiyana xwe ji dest dane yan jî nexweş ketine, ya nayên dayîn yan jî gelekî kêm tên dayîn. Weke ku tê zanîn, mirovên bi saxî ji komkujiyê rizgar bûn, hemû ji ber bandora çekên kîmyewî bi nexweşiyên giran ketin. Nikarin bixebitin. Ji bo ev mirov karibin jiyana xwe bidomînin, girîng e hikûmet bi rêk û pêk mûçeyan bide van mirovan."
Bajarê mezlûm ê Kurdistanê
Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebceyê Loqman Abdulqadir wekî din got, hikûmet ji bo zarokên di Enfalê de hatin wendakirin, hikûmeta Başûr ne xwedî helwestee cidî ye û wehat peyivî: "Heta niha ji 70 malbatan 114 kes hîna winda ne. Wekî din bi qasî 763 gorên şehîdên me li Rojhilatê Kurdistanê ne. Ji bo ku ew gor li nava goristana bîrdariyê ya Helebceyê bên bicihkirin, mixabin hikûmet tiştekî nake."
Abdulqadir weke karê lezgîn ê li pêşiya hikûmetê îşaret bi danqebûlkirina mezlûmtiya Helebce bi civaka navneteweyî dike û dibêje, "Helebce û Enfal mijarên ku divê hikûmet li ser bixebite. Hikûmetê dikarîbû têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê me ya sed salî, bi rêya Enfal û Helebceyê bida naskirin."
Loqman Abdulqadir ji bo êrişên li dijî Bakurê Kurdistanê jî got, "ji ber sekna ji hev parçebûyî ya Kurdan, dijminên Kurdan her tim wêriyane komkujiyê li dijî Kurdan bikin. Heta ku weke gel em ji hev parçe bin, hurmetê nîşanî nêrînên hev nedin û li hemberî dijmin nebin yek, wê Enfal û Helebce her bi serê me de bên." Abdulqadir helwêsta qirkirinê ya rejîmên li Iraq, Tirkiye û Sûriyê bi bîr xistin û wehapeyivî: "Polîtîkaya îro dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ev e. Li hemberî daxwaza herî xwezayî ya gelê me ya xwerêvebirin û bikaranîna zimanê dayikê, ji 7 heta 70 salî bi qetilkirina mirovên me bersivê dide. Li pêş çavên dewletên dijminê Kurdan, Kurd hemû weke hev in. Wê demê divê li pêş çavên me hemûyan jî hemû dijmin yek bin. Bi yekîtiya neteweyî re em dikarin di vê demê de bi ser kevin."
Serokê Komeleya Qurbaniyên Helebce, Loqman Abdulqadir bi bîr xist ku gelê Kurd li dijî zilmê têkoşîna xwe xurt dike, wê bi êrişên hovane neşike û weha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê me ji bo azadiyê berdêlên mezin dan û hînê jî dide. Gelê me wê di dawiya dawî de azad bibe. Yên bi komkujiyan bersivê didin daxwazên wekheviyê yên gelê me, aqûbeta wan wê mîna ya Sedam Hiseyn be. Em ji siyasiyên xwe dixwazin ku destketiyên bi berdêlên di rêya azadiyê de bi dest ketine, ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo azadiya gelê me bi kar bînin."
HELEBCE