Taşçier: Divê Kurd êdî bibin yek. Heger sala 2013’an Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bihata, wê rewşa niha pirr cuda bûya û Kurd bibûna xwedî statu. Heta ku yekitî çênebe, wê Kurd her tim bibin hedefa bişaftin û komkujiyan.
DENÎZ ÎKE / ANF / AMED
Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Îmam Taşçier bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan û bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdan kir ku bi vê armancê hewl bidin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 20’ê Cotmehê dest bi kar û amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên cihî kir. Di çarçoveya stratejiya xwe ya tifaqê de bi partiyên Kurd re dest bi hevdîtinan kir. Van hevdîtinan nîqaşên li ser mijara yekîtiya neteweyî jî geş kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê, Tayîp Temel û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier li ser mijarê got, heta ku Kurd nebin yek, nepêkan e ku bibin xwedî statu.
Tayîp Temel
Parlamenter Tayîp Temel da zanîn ku di vê serdemê de ji her demê bêhtir girîng e ku yekîtiya neteweyî were sazkirin û got, “Li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên gelê Kurd di hedefa êrişan de ne. Di nava van şert û mercan de ku dagirker êrişî Kurdistanê dikin, pêwîstî bi sazkirina yekîtiya neteweyî heye. Ev yek berpirsyariya hemû aliyên siyasî yên Kurdan e.”
HDP û DBP alîgirên yekîtiyê ne
Temel girîngî bi helwêsteke neteweyî li dijî van êrişên bi pêşengiya Enqere da, wiha bi mijarê daket: “Li dijî hişmendiya tinekirina hebûna Kurdan, çand, ziman, xweza, tinehesibandina îradeya Kurdan, şert e ku helwêsteke neteweyî bê nîşandan. Ji bo vê jî weke HDP xebatên me li ser yekitiya neteweyî hene û em li gel partiyên Kurdan di nava têkiliyan de ne. Hevdîtinên me baş derbas dibin. Yekitî pêwîstiyeke sereke ya jiyanê ye. Zext û êrişên li dijî Kurdistanê, firsendekê dide hêzên siyasî yên Kurd. Siyaseta em di hilbijartinên cihî de bikin, wê bibe pêngava yekîtiya neteweyî. Ji ber vê yekê, HDP û DBP weke tevgera siyasî ya gelê Kurd, alîgirên yekîtiya neteweyî ne.”
Kongreya Neteweyî hebûya statuya Kurdan jî wê hebûya
Parlamenterê HDP´ê yê Amedê Îmam Taşçier jî anî ziman ku beriya bi sed salan, Kurdistan bêyî îradeya Kurdan hatiye parçekirin û wiha axivî: “Kurd di nava xwe de jî parçe bûye. Divê Kurd êdî bibin yek. Dewletên Rojhilata Navîn têkildarî Kurdan xwedî polîtîkayê ne. Heger sala 2013’an Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bihata, wê rewşa niha pirr cuda bûya û Kurd bibûna xwedî statu. Heta ku yekitî çênebe, wê Kurd her tim bibin hedefa bişaftin û komkujiyan. Bi taybetî heger em vê yekê li Tirkiyeyê pêk bînin, wê bandorê li parçeyên din jî bike. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiyê, hêzên navneteweyî ne. Rewşa parçebûyî ya siyaseta Kurd û lîstikên hêzên global li pêşiya yekitiya neteweyî ya Kurd dibin asteng.”