Leyla Guven di çarçoveya komxebata Tifaqa Yekîtiya Neteweyî de bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got: Tevî ku Kurdistan hatiye parçekirin, zor û zehmetiyên seknên cuda yên siyasî, pêkanîna yekîtiya neteweyî pêkan û şert e.

DENÎZ ÎKE / ANF/AMED

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê Komxebata Tifaqa Yekîtiya Neteweyî ya li Amedê de axivî û got, “Bi heman ruhê yekitiyê ji me tê xwestin em yekitiya xwe ava bikin. Sedsala 21’an teqez wê bibe sedsala Kurdan.”

Guven weha got: Hêzên serdest ji dîrokê heta roja îro bi polîtîkayên parçekirinê dixwazin Kurdan bi giyan û bedenî ji hev bikin…Piştî ku hêzên serwer Kurdistan kirin çar parçe û ji bo Kurdan li her çar parçeyan bihelînin, tevnên polîtîkayên xwe danîn. Li dijî vê helbet raperîn çêbûn û Kurdan ev qebûl nekir gelek îsyan çêbûn û serî hildan. Di van isyanan de gelek êş hatin kişandin. Tevî van êşan Kurdan ti carî serî netewand û li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dan. Di nava van berxwedanan de, isyana herî dawî PKK bû û bi PKK’ê û Rêber Apo ev berxwedan kete merhaleyeke nû ya cuda.”

Em dikarin Kongreykê pêk bînin

Guven bi awayekî berfireh qala hewldanên Rêber Apo ji bo yekîtiya Neteweyî kir û ji bo vê behsa nameyên wî kir ku ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî re şandibûn û got: Rêber Apo timî li ser vê mijarê sekinî û damezrandina Kongreya Neteweyî pêşniyar kir. Ji bo vê jî gelek yekîtiyên li cîhanê mînak da û her îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir. Di çarçoveya pêşniyarên Birêz Ocalan de heta 2013’an xebatek hate meşandin. Ji gelek aliyan Kurd tevlî vê xebatê bûn. Ev xebat hata asta li darxistina kongreyê hat. Lê mixabin destek kete nava vê xebatê û ev xebat da rawestandin. Ev dest kî ye? Bêguman Kurd hemû jî dizanin. Lê belê em niha ne di wê xalê de ne. Bi pêşniyarên Birêz Ocalan heta asta kongreyê hat û delege hatin destnîşankirin. Hate xuyakirin ku em dikarin yekitiya xwe ava bikin.”

Sedsala 21ʼê teqez a Kurdan e

Guven der barê Komxebata li Amedê de jî got: “Bi heman ruhê yekitiyê ji me tê xwestin em yekitiya xwe ava bikin. Sedsala 21’an teqez wê bibe sedsala Kurdan. Îro Rojhilat Navîn nevenda şerê sêyemîn yê cîhanê ye. Sînor ji nû ve tên xizkirin û qedera gelan tê tayînkirin. Ji ber vê yekê îro em li vir li cem hevdû kom bûne. Îro li Amedê û li Bakurê Kurdistanê tifaqa siyaseta Kurd heye û em ê çawan vê tifaqê bikin tifaqa Kurdistanê. Her wiha em ê vê tifaqê çawa bikin domdar û li ser vê em çi dikarin zêde bikin.”

Hûn nikarin Mexmûrê ceza bikin

Guven di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dorgirtina Wargeha Penaberan a Mexmûrê û got: “Wargeha Penaberan a Mexmûrê nêzî şeş mehane di bin ambargoyekê de ye. Gelê me yê Mexmûrê tê cezakirin. Ev tişt nabe û nayê qebûlkirin. Yê ku vê ambargoyê jî dike hikûmeta me ya Başûr e. Em di vê mijarê de şikeştî û xemgîn in. Em dixwazin vê bibêjin, eger ruhê yekitiya neteweyî hebûya me yê hê baştir xwe bigihanda hev û ji berpirsên herêmê re bigota hûn çi dikin? Hûn wî gelî nikarin ceza bikin.

Ji bo ev pirsgirêk bên çareserkirin dîsa yekitiya neteweyî tê hişê mirovan. Belê, eger îro me yekitiya neteweyî ava kiriba em ê îro ne di vê rewşê de bûna. Îro bi yek dengî me dikarî em dengê xwe li cîhanê belav bikin. Ji bo ev jî pêk bê divê em hemû di bin sêwana yekitiya neteweyî de werin cem hev.”