Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzîdiyan têkildarî êrîşên komên çekdarên ser bi PDK’ê ku di 3’ê Adarê de li ser Xanesora Şengalê pêk hat û helwesta xwe ya li dijî êrîşan de daxuyaniyek girîng da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat bibîrxistin ku di dema fermana 73’an de pêşmergeyan û hêzên Iraqê Êzîdî bi tenê hiştine, lê gelê Êzîdî hêzên xwe yên parastinê avakirine û niha wekî îradeyekê sazumaniya xwe pêk tînin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku îradebûyîna gelê Êzîdî hesabên hin derdoran xirab kirine, loma planên êrîşan li Munîh û Enqereyê çêkirine û êrîşên li ser Xanesorê jî encama van planan e.
Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşîn û yekîtiyê li tevahiya gelê Êzîdî û Kurdistanê tê kirin. Ji hêzên navnetewî jî hat xwestin ku îradeya Şengalê ya azad nas bikin.
Daxwaziyên Koordînasyonê
Koordînasyona Êzîdîyan di heman demê de bang li sazî û rêxistinên navnetewî jî dike ku li dijî van êrîşên şikandina îradyeya gelê Êzîdî bêdeng nemînin û wiha hate gotin: “Di heman demê de em bang li sazî û dezgehên navnetewî dikin li hemberî van êrîşên ku hewl didin îradeya gelê me bişikînin bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Daxwaza me bi taybet ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ew e ku Şengalê wekî rojevek taybet binirxînin.
Koordînasyonên daxwazên xwe bi 8 xalan rêz dike û wiha dibêje:
1- Ji bo ku alozî hîn kûrtir nebe, pêwîst e komên ku bûne sedema krîzê û li herêma Xanesorê bicîh bûne, di zutirîn demê ji hêrêmê bên vekişandin. Aloziya ku niha li herêma Xanesorê tê jiyandin wekî bîdona barûtê ye û dibe her kêliyekê biteqe. Lewma ji rewşên ku dibe pêk wer in, em berpirsyar nîn in.
2- Çekên ku Koalîsyona Navnetewî bi armanca şerkirina li dijî DAIŞ’ê dabûn PDK’ê, divê bên kontrolkirin û destur neyê dayîn ku li hemberî gelê me bên bikaranîn.
3- Daxwaza me ji hêzên navnetewî ew e ku mudaxilî vê rewşa bi aloz ku niha dom dike bibin û şandeyên serbixwe bişînin herêmê.
4- Civaka me ya Êzîdî ji ber bawerî û çanda xwe ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye dorpêçkirin. Lewma ji bo parastina çand û baweriya Êzdayetiyê pêwîst e xelekek parastina navnetewî bê avakirin.
5- Gefa li ser gelê Êzîdî di heman demê, li ser pêkhate û çandên din ên Nînovayê jî heye. Lewma pêdivî heye ku ji bo parastina çand, bawerî û nasnameyên Asûri, Suryanî, Kakaî, Tirkmen, Şiî, Şebek û Ereb jî tedbîrên parastinê bên girtin.
6- Pêwîst e fermana 73’an wekî jenosîd bê pênasekirin û civaka Êzîdî jî wekî mîrateya dîrokî bê naskirin û parastin.
7- Em wekî civaka Êzîdiyan ji ber tecrûbeyên dîrokê pêwîstî bi rêveberî û parastina xwe ya xweser dibînin. Daxwaza me ji civaka navnetewî jî ew e ku vê îradeyê nas û qebûl bike. Li ser vî esasî em dixwazin ku ev statuya Şengalê bê naskirin.
8 - Civaka Êzîdî heta niha di 73 fermanan de derbas bûye û her tim bi êrîşên derve re rû bi rû maye. Ev talûke îro jî berdewam dike. Lewma pêdiviya me bi hêza xwe ya parastinê heye. Di vê çarçoveyê de em dixwazin ku YBŞ û YJŞ wekî hêzên parastina Şengalê bên nasirin û destek kirin.
Pêkhateyên Koordînasyonê
Hêjayî bibîrxistinêye ku Kordînasyona Civaka Demokratîk a Êzîdiyan di 6’ê Kanûna 2016’an de li bajaroka Xanesorê bi civîneke berfireh hat avakirin. Di civînê de nûnerên saziyên Êzîdiyan ên li Şengal, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Rusya, Ermenîstan û Ewropayê amade bûn. Piştî nîqaşên berfireh îlana kordînasyonê ji raya giştî re hate ragihandin.
Sazî û rêxistinên ku di nava vê kordînasyonê de cih digirin wiha ne:
Ewropa: Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdiyan (NAVYEK), Meclîsa Jinên Êzîdî ya Ewropayê, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Meclîsa Ciwanên Êzîdî ya Ewropayê, Hevbendiya Êzîdiyên Rojava ya Ewropayê
Rojava: Yekîtiya Êzîdiyan a Kantona Efrînê, Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Kantona Efrînê, Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê
Bakurê Kurdistanê: Platforma Piştgiriya Jinên Êzîdî, Meclîsa Êzîdiyan
Rusya û Ermenîstan: Meclîsa Êzîdiyan a Rusyayê, Meclîsa Êzîdiyan a Ermenîstanê
Şengal: Meclîsa Avakar a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ), Meclîsa Ciwanên Êzîdî