BERHEM LETÎF / ROJNEWS/KERKÛK
Mamostayê Felsefeya Siyasetê li Zanîngeha Koyeyê Dr. Serbest Nebî têkildarî rola Kurdan a di guhertinên herêmê de, dagirkeriya dewleta Tirk û girîngiya yekîtiya Kurdan de peyivî.
Nebî destpêkê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk ya ser xaka Başûrê Kurdistanê û got, “Ti rewatiya êrişên dewleta Tirkiyeyê nîne. Heta niha hikûmeta Iraq û ya herêmê ti helwêst nîşan nedaye. Divê hizbên siyasî xwedî helwêsteke cuda bin. PKK ne sedema vî şerî ye. Tirkiye sedem e, ji ber ku Tirkiye mafê Kurdan red dike. Herwiha Tirkiye li Bakur û Rojavayê Kurdistanê terorê dike li dijî Kurdan. Tirkiye heta niha jî girîngî nedaye bi herêma Kurdistanê û tenê bi awayekî bê rêzî behsa herêmê dike.”
Dr. Serbest Nebî dibêje; “Mesela dewleta Tirk e, ne PKK ye. PKK di encama 100 sal înkarkirina neteweya Kurd a ji aliyê Tirkiyeyê ve derketiye holê. Pirsgirêka Tirkiyeyê ne PKK, lê neteweya Kurd e. Pêşiyên Tirkan dibêjin, ji bo ku Tirk bimênin, divê Kurd nemênin. Mejiyê siyaseta Tirkiyeyê li ser vî esasî hatiye damezrandin. Ez bawer nakim aqilê Tirkiyeyê yê ji bo çareseriya mijara Kurdan hebe. Lê bi vî aqilê niha Tirkiye nikare hebûna Kurdan ya li herêmê jî qebûl bike.
Pêwîstî bi eniyeke siyasî heye
Mamostayê Felsefeya Siyasetê li zanîngehê, Dr. Serbest Nebî di dawiyê de li ser girîngiya yekrêziya di navbera Kurdan jî got; “Bila gotara siyasî ya Kurdan yek be. Divê li ser berjewendiyên Kurdistanî cudahî nebe. Pêwîstiya me bi eniyeke biryarên siyasî yên serbixwe heye. Bi navê kongreya neteweyî be, yan jî tiştekî din be. Ji ber ku niha Rojava û Rojhilata Kurdistanê li ber guhertinan in. Heger li Rojhilatê Kurdistanê guhertin çêbin, Kurdên hemû parçeyên din dikarin ji bo parastina berjewendiyên nîştimanî tevbigerin.”