Wezîrên Karên Derve yên Yekitiya Ereban li bajarê Rabat ê Fasê civiyan û ji rêveberiya Şamê xwestin ku ji bo çavdêrên navneteweyî bikevin Sûriyeyê destûr bê dayîn Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Hemîd Bin Casîm El Hanî diyar kir ku ger rêveberiya Şamê hevkariyê neke, wê danekirinên li hemberî Sûriyeyê bêne amadekirin.
Wezîrê Qeterê di banga li Şamê kir de destnîşan kir ku hewldanên Yekitiya Ereban ber bi dawiyê ve diçin. Şêx Hemîd Bin Casîm El Hanî ku Serokê Demê yê Yekitiyê ye, ji Sûriyeyê xwest ku ji bo komîsyona çavdêriyê ya ku wê ji aliyê Yekitiya Ereban ve bê şandin, destûr bide.
Rayedarên Yekitiya Ereban dan zanîn ku ew dixwazin şande ji 500 kesî ku di nav de çavdêrên leşkerî û çapemeniyê hene bişînin Sûriyeyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê pêşî 30-50 çavdêr bêne şandin û dibe di vê meseleyê de ji welatên din ên Misilman jî alîkarî bê xwestin.  

Sefîrê xwe kişand 
Piştî ku pêr sefaretxaneya Fasê ya li Şamê bû hedefa êrîşê hikûmeta Rabatê Sefîrê xwe yê Şamê paşve kişand. Wezîrê Karê Derve yê Fasê Tayib Fassi Fihrî ragihand ku kralê Fasê Muhammedê VI.  piştî êrîşa pêr li dij sefaretxaneya wan pêk hatiye biryar daye ku sefîrê wan Şamê biterikîne. Her wiha Fihrî êrîşên di rojên dawî de li dij seferatxaneyên dewletê Ewropal û DYA'yê jî rexne kir û destnîşan kir ku kev êrîş bi destûra hikûmetê bi şêwazekî rêk û pêk hatine tên lidarxistin.  

Çîn bifikar e
Daxuyaniyên di qada navnetewî de û bi taybetî peyamên Yekîtiya Ereban bû sedem ku Çîn jî derbarê rewşa Sûriyeyê de bikeve nava fikaran. Wezareta Karê Derve ya Çînê ragihand ku pêşketinên derbarê Sûriyeyê de û berdewamkirina dijwariyê ya li welêt Çînê dixe nava fikarên mezin. Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Çînê Liu Weimin bang li rêveberiya Şamê kir ku dawî li dijwariyê bîne. Her wiha Weimin destnîşan kir ku pêwiste Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di hemû biryarên xwe de bibe alîkar ku aloziya li Sûriyeyê bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêbazên siyasî were çareser kirin.   

'Enqere wezîyfê jê derdixe'
Çapemeniya Îngîlîz destnîşan dike ku Tirkiye dixwaze dedrabê Sûriyeyê de rola bingehîn bigire. Bi taybetî cîhgirtina di civîna Yekîtiya Ereb a Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu ji aliyê rojnameya Guardian ve hatiye bibîrxistin û  di bin sernivîsa, "Tirkiye dixwaze di aloziya Sûriyê de pêşengiyê bike" helwestên Tirkiyeyê hatine analîz kirin.  
Di analîza rojnameyê de wiha tê gotin: "Enqere xwe ji bo pêvajoya piştî Esad amade dike. Helwesta tund a li dij Sûriyeyê ve ku Tirkiye nîşan dide ji aliyê DYA ve tê destek kirin."  Rojnameya Fînansal Times jî balê dişîne ser hêzên muxalîfê Esad û radigihîne ku êdî ew jî bûne xwedî çekên girîng û gelek leşkerên ji artêşê vediqetin beşdar dibin.  

Rojnameya Independent jî ragihand ku DYA'yê û Tirkiyeyê di nava hewldanên çekdarkirina muxalîfan de ne.

AMED