Jinan diyar kir ku pergala federaliya demokratîk dê yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî û Asurî pêk bîne û gotin ew ê aloziya Sûriyê bi dawî bike.
Endama Meclîsa Heremên El Şehba Amîne Xidro li hember îdîayên, dibêjin Federalî tê wateya perçebûna Sûriyê nerazîbûn nîşan da û got, "Di rastiyê de Federalî yekbûna Sûriyê îfade dike. Sîstema Federalîzmê di nava xwe de hemû bawerî û pêkhateyan dihewîne û gava herî girîng ber bi Sûriya demokratîk ve ye. Bi federaliyê re hemû jin jî dê karibin bêhtir azadiya xwe bidest bixin û sînorên koletiyê biqetînin."
'Federalî mafê hemû gelan e'
Endama Meclîsa Heremên El Şehba, Zeyneb Qebr şert û mercên şer ên di Sûriyê de heyî, êşa gel û êrîşên çeteyan ên hovane anîn ziman û got, "Çareseriya herî rast ji aloziyê re Sîstema Fedrealiyê ye ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bi cih dike û mafên wan bêcudakerî diparêze. Xwesteka me wekî jinên Sûriyê jiyaneke azad li ser xakeke azad e ku biratiya gelan tê de were esas girtin."
‘Îfadeya jiyana azad e'
Endama Kordînasiyona Kongreya Star a bajarê Amûdê, Munewer Xalid Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wiha nirxand: "Ji despêka şoreşê ve xwesteka me sîstemeke federal demokratîk e, ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bihewîne. Dibe ku hin hêz ji bo berjewendiyên xwe vê projeyê qebûl nekin, lê em di wê baweriyê de ne ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk tenê ev rêya rast e."
Endama Navenda Jin a Perwerde û Zansitê ya Kantona Efrînê Şehrezad Ehmed jî diyar kir ku Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îro bûye hêviya hemû pêkhateyên heremê û wiha pêde çû: "Em bi saya destanên lehengiyê ku bi destên qehremanan hatiye nivîsandin gihiştine vê asta serkeftinê. Divî em hêviyên wan di welatekî azad de zindî bikin. Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îfadeya jiyana azad e."