
Her hewldan li dijî destketiyên Kurdan e
Hewldana hevpar a ji bo saxlemkirina cihê xwe ya Îran û Tirkiyeyê jî li ser dijbertiya Kurdan pêş dikeve. Ev hekarî piştgiriya DYE’yê jî girtiye. Tirkiye ji bo hevkariya di navbera Îran û DYE’yê de xurt bike, xwe li hemberî Îsraîlê hişk dike. Lê ev hewldanên Tirkiyeyê yên li dijî Îsraîlê û nêzîkatiya wê ya li DYE’yê di nava Îranê de jî bi xwe re gumanan tîne. Tirkiye dixwaze ji Îranê re bibêje “Binêrin, ez dîsa li dijî Îsraîlê me, em dikarin ji niha û pêve polîtîkayeke hevpar bimeşînin.” Sedemê ku Îran îro dixwaze Qendîlê dagir bike, êrişê Xinêre û Xakûrkê dike, ev wêrekiya ji Tirkiyeyê digiriye. Di çapemeniyê de derket holê ku gelek sûbay û tîmên taybet ên Tirkiyeyê derbasî Îranê bûne. Belê, Îran vê êrişa xwe bi piştgiriya Tirkiyeyê pêk tîne. Dewleta Tirk li ser sînorê Iraq-Îranê leşkeran bi cih dike, dema pêwîst be jî wê jî xwe ji bo operasyona li derveyê sînor amade bike. Ev yek jî nîşan de ka çiqas koordîneya êrişên Îranê bi hevkariya Tirkiye û Îranê tê birêvebkirin. Her çendî hikûmeta Iraqê weke li derveyê vê konseptê bixuyê jî, lê di rastiyê de bi awayeke çalak di nava vê êrişê de ye. Lê bi ya Îranê piştgiriya Iraq û Tirkiyeyê têrê nake. Ji ber wê jî dixwaze hêzên Başûrê Kurdistanê beşdarî peymana tesfiyekirina PKK’ê bike. Di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de jî derket holê ku hevdîtinên derbarê vê yekê de pêk hatine. Ger Îranê, Tirkiye û Iraqê negirtiba pişt xwe, hêzên Başûr jî zemînek ê li hevkirinê nedabûya, ger nezabûya wê DYE li hemberî vê yekê bêdeng bimîne, bi tu awayî nediwêriya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê êriş pêk bîne. Li gor agahiyan, peyama ‘tu dikarî li ser Îranê re êriş bikî’ dide Tirkiyeyê. Bi vî awayî, Îran ketiye derdê Sûriyeyê û her wiha DYE jî dikare hêzên Îslamî yên nerm piştî serhildanên gel li Rojhilata Navîn bike serdest, piştî wê jî êrişê Îranê bike. Di demeke wiha de êrişa li ser Qendîlê pêk hat. Ev êriş ne êrişekî demî, êrişek stratejîk e.
Hedefa stratejiya İran û Tirkiyeyê
1- Îran bi Tirkiye û Iraqê re di nava têkiliyên xurt de ye, dixwaze Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bike û pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bike.
2- Îran, Tirkiye û Iraq jî dixwazin bi vê êrişê pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bikin.
3- Ger Tevgera Azadiya Kurdistanê were tesfkiyekirin, wê ne tenê Tirkiye rehet bibe, wê dor were Başûrê Kurdistanê û wê Federasyona Başûrê Kurdistanê jî were dorpêçkirin.
4- Ger Îran di êrişê de derbe li Tevgera Azadiya Kurdistanê bixe, wê dewleta Iraq jî zextên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bike û wê hêza hikûmeta Iraqê ya li ser Başûrê Kurdistanê jî xurt bibe.
5- Ger Îran Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bike, wê rêzdariya wê ya li Tirkiyeyê jî zêde bibe. Wê bandora Îranê ya li ser hêzên Başûrê Kurdistanê jî zêdetir bibe.
6- Di vê çarçoveyê de wê Îran bi hevkariya Iraqê Kurdan jî kontrol bikin.
7- Di rewşeke wiha de wê rêveberiya Tehranê pozîsyona xwe ya li herêmê xurt bike.
Bi vî awayî dixuyê ku hemû dijminê Kurdan dixwazin Tevgera Azadiya Kurdan tesfiye û tune bikin.
Yekîtiya Kurdan dê hemû planên dagirkeran vala derxîne
Dewleta Îranê bi hinceta PJAK’ê dixwaze Qendîlê dagir bike, lê divê stratejiya Îranê de gelek lewazî jî hene. Rêveberiya Îranê xwest ku rêberiya Başûrê Kurdistanê beşdarî hêv strajetiya xwe bike, ev yek di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de jî derket pêş. Ev yek li rastî nerazîbûna rayagiştî ya Kurdistanî hat. Ev nerazîbûna rayagiştî ya Kurdistanî derbeyeke mezin li polîtîkaya Îranê ya ku dixwest ji bo tesfiyekirina PKK’ê, piştgirî ji Başûrê Kurdistanê bide, xist. Ji ber ku ger Kurd di demeke wiha de helwesta xwe bikin yek, wê dewleta Îranê derbeyeke pir mezin bixwe. Jixwe rojnameya muhafezekar Keyhan a Îranê jî mûkûr hat ku ku artêşa Îranê li Qendîlê li hemberî gerîlayên PJAK’ê derbeyek mezin xwariye û bin ketiye. Ger êrişa artêşa Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi ser nekeve, wê ev yek bi xwe re kêmkirina zextên li ser Başûrê Kurdistanê bîne. Wê ev yek hêza Federasyona Başûrê Kurdistanê jî xurtir bike. Her wiha, ger dewleta Îranê di vê êrişa dijminane ya li ser Kurdan de bin bikeve, wê ji bo tekoşîna azadiyê, li Rojhilatê Kurdistanê pêvajoyek nû dest pê bike.
ANF
Hat diyarkirin ku artêşa Îranê di nava hêzên artêşê yên li ser sînor de guhertinan pêk tîne û gundên Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Hat diyarkirin ku zozaniyên Başûrê Kurdistanê yên li zozanên Kotrelê yê Qendîlê ne ji ber êrişên dewleta Îranê asê mane û nikarin ji zozana dabikevin. Li gor çavkaniyên herêmî, ji 20 malbatên li zozananê Kotrelê yên Qendîlê ku 1 km dûrê sînorê Îranê ye, 7 malbat ji ber êrişên Îranê reviyan û 13 de malbatên din li zozanan asê mane û bi zextên dewleta Îranê re rû bi rû ne.
QENDÎL
Dîhokiyan Îran şermezar kir
Li bajarê Dihokê nerazîbunên rojnamewan, rewşenbîr, mamoste, xwendevan û hemwelatiyan li dijî êrişê li ser xaka Herema Federal a Kurdistanê ya ku Îranê daye destpekirin berdevam dike.
Rojnamenger Cemal Çekî jî nerazibun nîşanî operasyonên Îranê da û destnîşan kir ku ji ber ku kurd bi hêz dibin Îranê li dijî kurdan operasyon daye destpêkirin. Çekî, anî ziman ku Îran bi vê operasyonê dixwaze hêza kurdan kêm bike û perçe bike. Çekî, anî ziman ku kurdên Tirkiyeyê piştî hilbijartinê hêz û vina xwe aşkere kiriye û ev yek dibe tirsa Îranê jî. Çekî, bilêv kir ku ji ber kurd teslîm nabin Îran û welatên din êrîşî kurdan dikin û wiha got: „Îran nikare Başûrê Kurdistanê dagir bike. Lê dixwaze kurdan lawaz bike.“
DÎHA/HEWLÊR