Bayik: Di destê me de derfetên baş ên siyasî, dîplomatîk, aborî û eskerî hene. Pirsgirêka me ya esasî ew e ku em van bi awayekî bibandor ji bo siyaset, stratejî û rêxistinbûyîna neteweyî baş bi kar naînin. Ev jî tenê bi yekîtiya neteweyî dikare pêk were. Yekîtiya neteweyî hem sedema damezrandina KNK´ê ye, hem jî sedema hebûna wê ye.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik bi boneya 18´emîn Civata Giştî ya KNK´ê peyamek ji civata giştî re şand. Civata giştî ku doh saet 14´an dest pê kir, piştî axaftina destpêkê bi peyaman dewam kir. Cemil Bayik di peyama xwe de got, derfetên siyaseî, eskerî û aborî êdî hene û pirsgirêka esas bibandor bikaranîna van derfetan e. Bayik got, ev derfet tenê heger yekîtiya neteweyî hebe bi bandor dikarin bên bikarnanîn û xwest KNK bi vê dewra xwe rabe ku sedema hebûna wê ye.
Bayik di destpêka peyama xwe de îşaret bi qeyrane heyî ya sîstema cihanê kir ku mîna beriya Çerê Cihanê yê Yekemîn di krîzê de bû û got, “Her çiqas ev qeyran li hin cihên cihanê xwe wekî şerên siyasî û aborî nîşan bide jî li Rojhilata Navîn bi awayê şerê germ diqewime. Gelo ev qeyran çima ne li cihekî din ê cihanê, lê li Rojhilata Navîn veguheriya şerekî? Sedema yekemîn ew e ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pirr kûr in.”
Bayik îşaret bi sîstema piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn li rojhilata Navîn hatî rûnan din kir û wiha dewam kir: “Bêguman di encama pêvçûn û nakokiyên heyî yên Rojhilata Navîn de jî wekî ku di dawiya Şerê Cihanê yê Yekemîn de jî, wê pergaleke nû ya cihanê were damezrandin. Piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn, pergala Rojhilata Navîn û ya Cihanê, li ser înkara Kurd û Kurdistanê hatibû avakirin. Her çiqas Kurd tine hatibin hesibandin jî, ya rastî di cihekî herî sereke ya vê pergalê de hatibûn bicihkirin. Bi dabeşkirina çar perçeyan ve, Kurdistan kirin yek ji amûrên herî sereke ya kontrolkirina Rojhilata Navîn.
Xwe bi yek aliyî ve girêdan şaş e
Pêwîst e Kurd bi dîtin û zanîna van rastiyên dîrokî, têkoşînê bikin. Heger Kurd polîtîkayên dewletên mêhtinger û hêzên navneteweyî yên ku dixwazin li herêmê bibin serdest, baş zanibin û pozîsyona xwe jî baş binirxînin; di pergala nû ya Rojhilata Navîn û Cihanê de statu û cihekî wê bi dest bixin. Lê belê heger vê yekê baş nenirxînin, wê bi encamên pirr giran re rû bi rû bimînin.”
Cemil Bayik xwest Kurd bi hêza xwe bawer bin, lewma wan kariya bi têkoşîna misêwa ya sedsalan “kariye statukoya li Rojhilata Navîn yekser” bişikînin. Bayik îşaret bi daxwazên hêzên hegemonîk jî kir û got, “(H)êzên hegemonîk û lêgerînên pergala nû, lêgerîneke ku tiştên kevn bi temamî red dike û pêşbîniya pêngavên demokratîk dike, nîne. Her hêzeke hegemonîk dixwaze li gorî berjewendiyên xwe pergalê vesaz bike.” Bi vî awayî Bayik li dijî hêzên hegemonîk ên mîna Emerîka, Rûsya, Çîn, Yekîtiya Ewrûpayê hişyar kir û got, “Di vê wateyê de yekser hevgirêdana bi yekê ji van hêzan re, ji bo Kurdan pirr xeter e. Pêwîst e polîtîkayeke pirralî were meşandin û kengî wê bi kîjan hêzê re kar bê kirin, baş bê hesapkirin.”
Siyaseta tinekirina Kurdan stratejîk e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik got, Tirkiye di ser înkar û tinekirina Kurdan re dixwaze statukoyê bi parêze û elaqedarî mijarê got, “Tirkiye li Rojhilata Navîn di dijminantiya li hemberî Kurdan de hêzeke pêşeng e. Her polîtîkayeke ku vê yekê li ber çavan negire, wê ji bo Kurdan encamên neerênî biafirîne. Pêwîst e Kurd baldar bin, politîkayên înkar û tinekirinê yên Tirkiye û Îranê li hemberî Kurdan taktîkî nînin, stratejîk in.“
Iraq û Sûriyê ji Tirkiye û Îranê dûr bikin
Ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî Bayik got, Tirkiye demeke dirêj e ku hewê dide Iraqê ji qebûlkirina statuya Kurdan vegerîne û heman Tiştî ji bo Rojava di ser Spriyê re jî dike û wiha îaret bi hizra xwe ya çareseriyê kir: “Kurd dikarin di demokratîkbûna Iraq û Sûriyeyê de bibin xwedî rol û bi vî rengî di paşvexistina hêzên statukoperest ên li Rojhilata Navîn de bi roleke dîrokî rabin. Bi vî awayî dikarin van dewletan ji Tirkiye û Îranê dûr bixin. Tirkiye û Îran ne mimkun e li ser du lingan pergala înkarê heta demeke dirêj bidomînin.”
Bayik Mijara Yekitiya Neteweyî weke sedema hebûna KNK´ê bi nav kir û piştî ku behsa zêdebûna derfetan ji bo têkoşînê kir peyama xwe wiha dewam kir: “Yekîtiya Neteweyî; li derdora hin rêgez û nirxên diyar, hevgirêdana hemû kesayet û dorhêlên olî-mezhebî, çandî, civakî, siyasî ku neteweyê pêk tînin, yekîtiya wan e. Wateya wê ya herî sade ev e: dema li Kirmanşanê agir bi mala kesekî/ê bikeve yê Dêrsimî bişewite; dema li Kobanê kesekî/ê bi serma bicemide heger Kerkukî biqerise, ha wê demê hişmendiya neteweyî pêk hatiye.
Di destê me de derfetên baş ên siyasî, dîplamotîk, aborî û eskerî hene. Pirsgirêka me ya esasî ew e ku em van bi awayekî bibandor ji bo siyaset, stratejî û rêxistinbûyîna neteweyî baş bi kar naînin. Ev jî tenê bi yekîtiya neteweyî dikare pêk werê. Yekîtiya neteweyî hem sedema damezrandina KNK´ê ye, hem jî sedema hebûna wê ye. Wekî KNK di vê mijarê de dema me rola xwe baş list, bêguman emê encamên baştir derbixin holê.”
Ocalan tesîrê dike li statu û azadiya Kurdan
Bayik wekî din tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî weke pirsgirêkeke ku her kurîd elaqedar dike bi nav kir û got, “Serok Apo, hem hêzeke bingehîn a pirsgrêka Kurd e, hem jî nirxekî Kurdî ye. Nabe ku partiyên siyasî û welatparêz li hemberî polîtîkayên ku li ser Rêberekî Kurd tên pêkanîn, bêdeng bimînin. Nêzîkatiyên li hemberî Rêber Apo ti carî nabin şexsî. Tenê ji bo çareserkirina pirsgrêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê na, ji bo têkoşîna demokrasî û azadiya hemû parçeyan, rewşa Rêber Apo hemû Kurdan têkildar dike. KNK dikare girêdayê polîtîkayên ku li Îmraliyê tên meşandin hin hêzan têxe tevgerê, bi rola xwe rabe. Di vê mijarê de pêwîstî bi xebateke rêxistinî û bi hedef heye. Bêguman li hemberî Rêber Apo helwêst biguherin, ev ê bandora xwe li meydana sîyasî bike; li ser desxistina statu û azadiya Kurdan bike.”
NAVENDA NÛÇEYAN