Di 9′ê Tîrmeha 2016′an de, yekemîn konferansa rewşenbîran li Kantona Efrînê hate lidarxistin. Piştre Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê hat avakirin û armanca wê yekîtiya ramyar û rewşenbîran e.

Beriya ku Yekîtî were avakirin, têkîlî bi hemû rewşenbîrên Kantonê re hat danîn. Yekîtiya Rewşenbîran, zêdeyî 140 rewşenbîrên ji tevahî gelên herêmê yên Ereb, Elewî, Kurd, Suryan û Êzîdî, her wiha siyasetmedar, endamên partiyên siyasî yên Kantonê, nivîskar, helbestvan, xwendekar, lêkolîner, zimanzan, hunermendê şêwekar, derhêner, bijîşk, parêzer, mamoste, şêxên Îslamê, Elewî û Êzîdî û ramyar di nav xwe de dihewîne.

Xebatên Yekîtiyê

Yekîtiyê herî dawî bi vexwendina rewşenbîran şehîd Cegerxwîn û şehîd Mihemed Bîlal bi beşdariya xwendekarên zanîngeha Efrînê û hemû peymangehên Kantonê, bi bîr anîn. Her wiha gelek çalakiyên fikirî û çandî bi hemû cûreyên xwe hatin lidarxistin.

Di Roja Cîhanî ya Astengdaran de jî, Yekîtiyê bi koordîneya bi Komeleya Melak a astengdaran re, çalakiyeke çandî li dar xist.

Her wiha mehane bi koordîneya bi Desteyên Rêveberiya Xweser re, gelek semîner ji aliyê Yekîtiyê ve têne lidarxistin. Hin semîner derbarê tenduristiyê û çawaniya parastina ji nexweşiyan de ne. 

Heftane (her roja şemiyê) jî semînerên çandî û fikirî derbarê mijarên folklor, ragihandin, muzîk, tendurisiya giştî û romanan de têne lidarxistin.

Yekîtiya Rewşenbîran hewl dide bi xebatên xwe, civakê pêş bixe. Di vê çarçoveyê de pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên Kantonê ve têne nivîsandin, têne çapkirin.

Projeyên demên pêş

Yekîtiya Rewşenbîran amadekariya lidarxistina mihrîcaneke çandî li ser asta navneteweyî û cîhanî dike. Di mihrîcanê de dê çîrok, roman, destaneyên Kurdî, lêkolînên derbarê Kantona Efrînê de, werin pêşkêşkirin. Armanca ji vê mihrîcanê, destekdayîna rewşenbîran e. Mihrîcan dê hefeteyekê bidome.

Endamên Yekîtiyê jin jî amadekariya avakirina Komîneke Jinan dikin, da ku rola jina rewşenbîr di nava xebatên Yekîtiya Rewşenbîran de, were xuyakirin.

Her wiha dê mihrîcaneke din bi navê ‘Pênûs’ wê ji aliyê Yekîtiyê ve were lidarxistin û ev mihrîcan dê rojan bidome.

Li aliyekî din jî Yekîtiya Rewşenbîran amadekariya lidarxistina duyemîn konferansa xwe dike. Dê konferans di 9′ê Tîrmehê de were lidarxistin û tê de rêziknameya hundirîn a Yekîtiyê wê were sererastkirin.



 NARÎN EMÎN/FÎDAN EBDULLAH / ANHA/EFRÎN