
Di civînê de, gelek kedkar, xebatkar û rojnamevanên ku di medya Kurdistanê de, di kanalên telewizyon, rojname û ajansan de kar dikin, amade bûn.
Di civînê de, binbarî û berpirsiyariya Medya Kurdistanê, di pêşengi û pêşketina civaka Kurd, di pêgih û holka dîroka hemdemî de cih bigire hate tespît kirin.
Ji bo ku Medya Kurdistanê, binbarî û berpirsiyariya xwe ya dîrokî, bê kemasî bîne cih û rojnamevanên Kurdistanê, dikaribin di nava xwe de têkiliyan deynin, hevkariyê bikin, pêwistî û pêdiviya sazî û dezgehên bi hêz û xwedî bandor yên pîşeyî hate destnîşan kirin.
Ji bo pêkanina yekîtî û hevkariyek bi rêkûpêk û mayinde, di nava rojnamevanên Kurdistanî ku li Ewropa dijîn de pêkwerê û li ser kîjan rêbazan werê damezrandin, guftûgoyên berfireh hatin kirin.
Hemfikirî ya ji bo xizmetê
Di encamnameya komcivîna rojnamevanan de rojeva civînê û encamên hatine standin bi raya giştî re hatin parve kirin. Di daxuyaniya encamê de wiha hate gotin: "Di qonaxa îro de, Kurdistan di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Gelê me qedera xwe ji nû de destnîşan dike. Bi vê mebestê pêdiviya bi diyaloga rojnamevanên Kurdistanî ku li Ewropa dijîn û pêdiviya avakirina saziyên hevpar yên pîşeyî û hevkariya di gelek pêgih û holkan de hate parvekirin. Di encama guftugoyan de, rojnamevanên beşdarî civînê bûn, di çarçoveya etîkên medya û çapemeniya gerdûnî de, di taybetmendiya Kurdistanê de, giringiya sazîbûna medya hemdem ya Kurdistanê ku li dora nirx û pîroziyên hemdemî û ji nû de werê avakirin hate axaftin. Rojnavenanên Kurdistanî, bi bîrûbaweriya ku rol û misyoneke wiha bigirin ser milên xwe, ew ê di pêşxistina dînamîkên neteweyî û demokratîk de xizmeteke mezin bikin, hemfikir bûn."
Di encamnameya komcivînê ya hate aşkere kirin de hate destnîşan kirin ku sazîbûna rojnamevanên Kurd mîna mijareke sereke hatiye guftûgo kirin û di vê çerçoveyê de jî biryarên girîng ên rêxistinbûyîna rojnamevanên Kurd hatina dayin. Hat ragihandin ku piştî guftûgoyên berfereh, li Ewropa, ji bo bangî tevahiya rojnamevanên Kurd bike û li ser bingeha îrade û inîsiyatîfa wan sazkar bibe, biryara avakirina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê hate dayin. Bi vê armancê, biryar hate standin ku di 18'ê Gulanê de, li payîtexta Belçîka Brukselê, bi beşdariyek berfereh konferansek werê lidarxistin. Ji bilî vê, ji bo pêkanîna konferansa berfereh û yekîtî werê pêkanîn û karûxebatên her cure têkilî û hewldanan komîteyek hate bijartin. Di komîteya hate bijartin de, rojnamevan Meral Çîçek, Sîrwan Rehîm, Hasan Qazî, Gunay Aslan û Amed Dicle cih digirin.
KOLN