Rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşan. Di daxuyaniyê de hate gotin Yekîtiya Starê piştgiya kampanyayê dike û ev tişt hatin gotin: "Bi sedema siyasetên saziya dewleta netewperest, rejîma Sûriyê aloziyên kûr jiyan dike û ev alozî niha bûye sedema mirina bi hezaran kes, her wiha welat jî ber bi wêraniyê diçe."

Netewa demokratîk

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku siyasetên dewleta netewperest yên li ser bingeha yek ziman, yek gel û yek netew hatiye ava kirin, civakeke bi kîn û tijje hestên dijberiyê ava kiriye û di encamê de di navberan gelan, kêmnetewan û pêkhateyên olî de pevçûn û nakokî rûdane. Daxuyaniya Yekîtiya Star wiha dewam kir:" Ji ber van sedeman pêwîste pirsgirêka Sûriyê ji bingehê de bê çareser kirin." Yekîtiya Star da zanîn ku avakirina Sûriyeke Demokratîk û Xweseriya Rojvayê Kuristanê li ser têgiha Netewa Demokratîk dikare bibe çareseriya hemû pirsgirên li Sûriyê. Daxuyaniyê wiha dewam kir:" Destekeftî û serkeftinên gelê Rojvayê Kuristanê bi piştgirî û alîkariya jinên dayik, xwişk û hevjînan çêbûne. Jinên ku di şoreşê de asoyên azadiyê didîtin, bûne pêşengên şoreşê û têkoşîn kirin milkê hemû jinan."

Kampanya YJA´yê

Yekîtiya Star di daxuyaniyê de da zanîn ku ew wek rêxistin piştgiriya kampaniyaya têkoşînê ya ku Yekîtiyên Jina Azad (YJA) bi silogana "Bi jina azad ber bi avakirina netewa demokratîk." dest pêkriye dikin û ewê tevlî kampaniyayê bibin. Yekîtiya Star bang li hemû jinên Rojvavayê Kurdistanê kir ku bi vê siloganê têkoşîna xwe ya azadî û avakirina netewa demokratîk bilind bikin û wiha dewam kir:" Em bang li hemû jinan  dikin ku hemû çalakiyên jinan di bin vê siloganê de bêne birêxistin kirin, her wiha em beng li hemû rêxistin û saziyên jinan  dikin ku bi rêya civîn, seminer û perwerdeyê tevlî nava xebatên kampaniyayê bibin."Yekîtia Star daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:" Dem ne dema berê ye û jin jî ne di rewşa nezanî ya berê de ye, bi destkeftiyên ku çêbûne jin bûye xwedî bawerî û dikare di hemû hêlên siyasî, civakî û leşkerî de biryaran bide û biryarên xwe pêk bîne. Êdî dem hatiye ku jin jî gotina xwe bêje "Jina azad misogeriya netewa demokratîk e."

ANHA/QAMIŞLO