Sûîqesta ku dewleta Tirk roja 15’ê Tebaxê li Şengalê kir, li herêma Çelyabînsk a Rûsyayê hate şermezarkirin.

Berpirsyarê kongreya Êzîdxanê ya herêma Çelyabînskê û endamê KNK’ê Sevdîne Azad, endama Kongreya Êzîdxanê Torîne Mecît û endamê Rêveberiya Êzîdxanê Feyatê Ûsiv li civînê axivîn.

Sevdîne Azad got, “Em destpêkê sersaxiyê ji malabta Mam Zekî û tevahiya gelê Kurd re dixwazin. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi şehadeta Zekî Şengalî wê nesekine. Bila dewleta Tirk û şirîk-hevkarên wê, malbata Barzanî zanibin ku xwîna Mam Zekî wê li erdê nemîne.”

Azad da xuyakirin ku Mam Zekî Şengalî karîbû yekîtiya Êzîdiyan di nava 4 salan de pêk bîne, lewma dijminê gelê Kurd êriş birin ser wî: “Bila dijminên Kurdan zanibin ku her ku yek ji me şehîd dibe, bi dehan kes dikevin şûna wî.” Azad bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzîdî kir ku bersiveke xurt bidin xiyanetê û yekîtiya xwe xurt bikin.

 

ANF/ÇELYABÎNSK