Di balefira rejîma Îranê li Tehranê xistî xwarê de, 176 kes miribûn û di nava wan de Kurd jî hebûn. Ev kesên di balefira Ukrayanayê de mirî, li bajarê Elmanyayê Frankfurtê hatin bibîranîn.

Platforma Zagrosê ya Hessenê, li Meydana Hauptwache ya li Frankfurtê çalakiyeke bibîranînê çêkir. Ji bo her kesê di balefirê de hatî kuştin, findek hat vêxistin û kûlîlkek hat danîn.

Li ser navê Platforma Zagros, Cihan Baqs li vir peyivî û got, “Îranê komkujiyeke derî mirovahiyê kir. Divê di warê navneteweyî de mueyîdeyên mezin bên ferzkirin. Em ê jî li her warî, ji bo demokratîkkirina Îranê têkoşîna xwe dewam bikin.” Ji kesên di balefirê de, 82 welatiyên Îranê, 63 yên Kanadayê, 11 ên Ukraynayê, 10 ên Swêdê, 4 ên Efxan, 3 yên Ingilîstanê û 3 yên Elman bûn.

 

EGÎD ERKENDÎ/FRANKFURT