Lîstika ku ji aliyê derhêner û nivîskarê Kurd ê şanoyê Şaliko Bêkes ve hatiye nivîsandin, derhêneriya wê Giyasettîn Şehîr dike. Lîstikvanên Şanoya Yekta Hêvî ya ku xebatên xwe yên hunerî di bin bana Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê de ye, dike.   Koma Şanoya Yekta Hêvî bi performanseke zindî ya lîstikvanên komê; Aram Taştekîn, Ahmet Baran Bozboga, Emre Ozkaya, Eser Çetîn, Hediye Levent, Onur Kepenek, Ozgur Adiguzel, Rabîa Şîlan Alagoz û Rohat Atsiz li Salona Şanoya Bajêr a Amedê îro û sibe derkeve ser dikê.


Di mîhrîcanê de eleqeyek baş dîtîbû

Lîstika “Yên Xwedê ji wan sitendî” di mîhrîcana ku roja yekşema borî bi dawî bûbû de jî derketibû ser dikê rastî eleqeyeke baş a temaşevanên şanoyê hatibû. Mijara lîstikê trajîkomîk e. Lîstik behsa Kurdên  ku di navbera salên 1970-1980’yî de ji ber zilma dewletê ji Bakurê Kurdistanê koçî  metropolênTirkiyeyê kirine, dike. Di wan salên ku çepgir û siyaseta Kurd li Tirkiyeyê dihat çewisandin û hatibû asta tunebûnê de, trajediya li ser jiyana rojene bi rêya şanoyê tê vegotin.


AMED