Her du tax jî ji ber ku betal û birçî mane dest bi bikaranîna esrar û eroînê-tiryakê kirine û van madeyan difroşin. Li gorî agahiyên ku welatiyên taxê dan, berî zagona der barê polîsan ya ku di sala 2006’an de hate derxistin, polîsan li dijî bikar anîn û firotina madeyan ewlehî negirtiye. Piştî derxistina zagonê ku polîsên Yunus jî hatin bi kar anîn, li taxê welatiyên ku ji polîsan lêdan nedîne qet nemane û ji her malbatê kesek di girtigehê de ye. Di heman demê de yek jê roman û yek jê kurd 2 ciwan bi îdiaya ku li dijî banga polîsan ya “Raweste” nesekinîne hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku welatiyên taxê dan, welatiyên taxê ku ji xirabeyan pêk hatine, debara xwe bi karên înşaatê, bazarên fêkî û sebzeyan û bi madeyên esrar û eroînê dikin. Welatiyên taxên ku li kêleka taxa Ulus ya li Enqereya berê dijîn, nerazîbûna xwe ya li dijî TOKÎ û şarederiyê nîşan dan ku dixwazin avahiyên luks û modern ava bikin. Welatiyan diyar kir ku ew avahiyê bilind ên tên avakirin ne ji welatiyên taxê, dijberî vê yekê ji bo axa wan ji destê wan bigirin ava dikin. Li aliyê din jî malên ku tê gotin ji welatiyê taxê re ne bi buheyek gelek zêde tên firotan. Cîvanê taxa Yenîdoganê V.K. da zanîn ku dema AKP bu îktîdar û Abdulkadir Aksu jî bu Wezîrê Karê Hundir ji ber ku cîvanên kurd bibin eroînkêş polîsan li dijî bikaranîn û firotina esrar û eroînê ewlehî negirtine û teşvîk kirine. V.K. diyar kir ku piştî zagona derbarê polîsan de hat derxistin û polîsên Yunus hatin avakirin zordariyek gelek zêde ji polîsan dîtine û welatiyan li Kizilayê rûyê polîsanê baş, li Yenîdogan û Çînçînê jî rûyê nebaş dîtine. V.K. da zanîn ku taxên wan li berî darbeya leşkerî ya 12’yê îlonê wek kelayê çepgiran bûne û ji ber ku wan piştgiriyê nedin çepgiran polîsên Yunus wana dikujin û zordariyek gelek zêde li wan dikin.

MURAT ÇÎFTÇÎ - DÎHA- ENQERE