Doh Wezîrên Karê Derve yên 28 endamên Yekîtiya Ewrûpayê biryara şermezarkirina dewleta tirk dan ji ber dagirkeriya wê ya li Rojava. Yekîtiyê wekî din ji hemû endamên xwe xwest ku firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve jî rawestînin.

Wezîrê Karê Derve yê Spanyayê Josep Borrell piştî civînê got, “28 dewletên endam bi yekdengî biryara şermezarkirina - ev ne endîşe ye û ne jî mitale ye- li bi hişkî şermezarkirina Tikriyeyê ye û jê dixwaze êrişa xweya eskerî rawestîne.”

Borrell wekî din got YE´yê bang li Tirkiyeyê kiriye “Tavilê vê êrişa yekalî rawestîne.” Di civînê de her wiha bang li hemû dewletên endam hat kirin ku êdî firotina sîlehan a ber bi Tirkiyeyê ve rawestînin. Lê biryareke ku weke ambargoyê bê dîtin, ne ji encamên civînê bû.

 

LUXEMBOURG