
Li ser rûyê dinê yek ji folklora dewlemend folklora Kurdan e. Bi hezaran sal e, di çêkirina nasnameya civakê de her yek bingeheke saxlem e. Folklora Kurdan ne tenê reng û dengê miletê Kurd e her wiha “bîra” hebûna wî ye jî. Berdewamiya ava vê bîrê di her serdemekê de tahma xwe guhertiye lê ji hebûna xwe tiştek kêm nekiriye. Bi sedan sal e dagirkeriya li ser axa Kurdistanê û gelek qewmên neyar ku bi bicihbûna wan a li ser vê axê bi xwe re gelek tiştên xerab anîne û bûne sedem ku riya avê ya “bîra hebûnê” biguherînin, navên ku lê nayên, lê bikin, û weke ku malê mîrata wan be nîşan bidin. Zeman, derfet, têkoşîn, berê me dide dîrokê.
Folklor wek “dayikekê” ye û gelek têgehan di xwe de dihewîne. Çîrok, destan, kilam, berhemên civakî, xwarin, cil û berg, çîrokên devkî, lîstik, huner û hwd. her yek têgeheke folklorê ye. Folklora Kurdan ji dîrokê heta niha li ser gelek esasan xwe ava kiriye, berdewam kiriye, rola xwe lîstiye. Lê îro ji bo me a herî girîng esasên têkoşîna parastinê ya “hebûna xwe”ye û ev parastin heta roja îro hatiye. Di vê têkoşîn û parastinê de rola çîrokbêj û dengbêjan gelek mezin e û bandora xwe heye. Ji aliyê civakî ve dema em berê xwe didin kûrahiya kilam, çîrok û destanan rola jinê û hafizeya dîrokê derdikeve pêşiya me. Jinê di çêkirina vê “bîra hebûnê” de roleke sereke lîstiye. Him peywira xwe ya xwezayî pêk anîne û him jî dayiktiya vê çand, huner, dîrokê kiriye. Desthilatdarî, feraseta feodal, bandora desthilatdariyê ya li ser feraseta feodal, bandora olan ya neyenî ev tabloya folklora rengîn, bi tabloyeke reş, nîvcomayî, hişk, nêr, nîşanî me dide. Çawa ku jin “ava jiyanê ye”, çand û zimanê Kurdî jî di deng û rengê jina Kurd de “bîra hebûnê” ye.
Di vê sedsala 21´an de dema em berê xwe didin dîrokê û ev “bîra hebûna xwe” her ku dengê jinê tê me, lê navê jinê nayê me. Em tenê siya jinan dibînin, lê em dest û çavên wan nabînin. Wek her Kurdek pirsa “çima?” derdikeve pêşiya me. Bo pirsa “Çima?” divê em çend mînakan bidin. Bi taybetî li gorî serdemên cuda, lê bi deng û rengê jinê berê “ava bîrê” em bidin “rastiya hebûnê ya dengê jinê”.
Azadiya ku di dengê jinê de “EVÎN”
Di kilama Derwêşê Evdî û Edûlê de:
“Min ê destmala sor gul-gulî anî,
çifta zer memika nav da girêda
û ber delalê dilê xwe pêşkêş danî...”
Di kilama Derwêşê Evdî û Edûlê de deng tenê dengê dilê jinê ye. Di vê kilamê de mijara sereke Evîn e. Evîna ku di vê kilamê de tê behskirin li gorî serdema xwe, li gor civaka xwe û li ser esasên rastiya xwe hatiye. Dema em behsa gotinan bikin dê dinyayeke cihê derkeve pêşberî me ku ew dinya û ev dinyaya ku em niha tê de ne qet naşibe hev. Nexwe em dikarin bibêjin pêşeroj ji paşeroja me dixwe, dicû û dixwaze tune bike! Gotinên vê kilamê bi serê xwe cesareta jina Kurd nîşanê me dide ku, em hay jê çêdibin bê ka di dîrokê de di nav civaka Kurd de li gor serdema xwe jinê çiqas kariye xwe îfade bike; di gotin, peyv, kilam, stranan de hestên xwe bê ku şikl bike kariye bibêje. Niha di vê sedsalê de di edebiyata nivîskî de em rastî cesareta jinan (weke van gotinên kilaman) hema hema bêjin nayên, an xwe vedişêrin, an xwe sansur dikin, an jî dixwazin wek mêran binivîsin (bo werin qebûlkirin). Di çerxa vê serdema modern de haya me ji sekn, helwest, azadî, maf û evînê yê ji “bîra hebûna xwe” tenê li gotinên kilaman û çîrokên wan dikare fam bikin.
Ji mînakên kilaman:
“çifta zer memika nav da girêda
û ber delalê dilê xwe pêşkêş danî...”
Ji kilama Mala Mûsa:
“Wele bi xwedê min didinê û min nadinê
min nadinê ezê kincê xwe bişînim
serboyaxê reşkirinê
ezê mara mêra piştî çavê reşbelek
li xwe heram kim li darê dinê
de hey wax mala minê
sola torinê Mala Mûsa qetiya ji çûyînê ji hatinê...”
Ji kilama Nûrê û Saliho:
“Nûrê dibê, Saliho pismamo bejna min zirave
têlek ji têla vê rihanê
hêşîn dike ser xopana Diyarbekir
pêşberî hepisxanê...”
Di kilama Ehmedo Ronî de:
“Ehmedo Ronî, heyran navê min Besna ye,
tilî, pêçiyê minê, marmûtî al şemaye
sing û berê min evdala xwedê koşk, sera û şima ye,
min ê hemdê xwe ji te re destûr daye...”
Her çiqasî jinê dayiktiya vê çand û vî zimanî kiribe jî, em rastî hêzeke din a jinê tên dema li van kilaman dinêrin. Di daxwaz û arzûyên xwe de jin ji xwe bawer e, ji xwe raziye, dizane bê çi dixwaze, û dema daxwazên xwe tîne ziman çawa vegotineke hunerî bi kar tîne, bi sedan çîrok, meselok û kilaman de derdikevin pêşberî me. Jinê di vegotina hest û ramanên xwe de xwe veneşartiye û di çêkirina her kilaman de miheqeq navê xwe bi kar aniye. Loma jî îro em gelek kilaman ji çêkirina wan dizanin xwediya wan jin e. Navê ku tê de hatine bicihkirin çi navê rastîn çi navên veşartî ya navê duyem, sêyem, an xeyalî ruhê kilamê bi me dide hîskirin. Di kilama Ehmedo Ronî de; “Ehmedo Ronî, heyran navê min Besna ye” di vir de nîşaneya girîng bo me “Besna ye”.
Dema em bala xwe didin vê kilamê, em dibînin ku jinek behsa xwe dike, teswiran dike li ser bedena xwe û daxwazeke xwe bi eşkere ji evîndarê xwe re hestên xwe vedibêje; “...sing û berê min evdala xwedê koşk, sera û şima ye, min ê hemdê xwe ji te re destûr daye...”
Di kilama Hey loo lo delal de:
“De lê lo heyran, wezê delalê malê bi rê kim,
wezê taştekê ji delaliyê malê re çêkim,
wezê temamê rûnê Xinisan jê re lêkim,
eger qima delalê malê pê neyê
wezê cotê memikan jê re pêşkêş kim
hey lo lo delal
dê lê lo heyran”
Di vê kilama “heylo delal” de daxwazeka jinê bo razîkirinê heye û pir bi comerdê qala evînê dike û xalên sansurê hemû binpê dike.
Qet li cilên çanda Kurdî nayê
Di kilamên ji aliyên jinan ve hatine çêkirin de her wiha teswira evînê li ser “memik”, “sing û ber”, “lêv û gerden” hatibin kirin, di civaka xwe de beloq nayê dîtin her wiha em bi van kilaman hay jê çêdibin ku peyvên wek “şerm”, “qedexe”, “dij derketin” li gor civaka wê serdemê dernakeve pêşberî me, em vê yekê ji lehnegên çîrokan, ji gotinên kilaman, ji çanda Kurdan ya malbatê ku niha her çiqas wek hejmar hejmara wan a li ser vê esasê em dikarin minak bidin kêm bibe jî, koçberî, sirgûnî, guhertina cih û war, jiyana modern, teknolojî (taybet tv) bixwe re guherînên mezin û şiklên teng ya ku qet li cilên çanda Kurdî naye, tê fesilandin.
“Memik”, “Sing û Ber”, “Lêv û Gerden” û hwd. tenê ne ji bo erotizmê hatine bikaranîn her wiha teswîra erdnigariya Kurdistanê jî bi van peyvan hatine kirin. Bervevajî vê yekê bi erdnigariya Kurdistanê jî teswîra “jin”an hatiye kirin.
“Taxima sing û berê qaza min, hêlekê deşt e yek zozan e..”, “Bi xwedê sing û berê Eyşana Elî, mîna pelek berfa li qontara çiyayê..”, “Memikê yarê cot kanî ne..” Her di teswirkirinê de memik, sing û ber, çav, guliyê por, gerden û stûyê zirav, nava qendîl, bi beranberê, deşt, zozan, çiya, kanî, ji demsalan bihar û vejîna demsala xwe nûkirinê ne.
Mîtolojiya Sumeriyan û kilamên Kurdî
Dema em li mîtolojiya Sumeriyan dinêrin, di çîroka Dûmîzî û Xwedawenda Înnana de weke gotinên kilaman teswîrên ku niha em di kilamên Kurdî de dibînin jî balê dikişîne. Daketina Înnana ya ji bin erdê û piştî -wek hatina biharê tê qebûlkirin- derketina wê a li ser axê û vejîna xwezayê. Ava çem û kaniyan, vebûna gul û sosinan, rengîna deşt û çiyayan...
Çend mînakên din:
“Berîka Mêrdînê berrikî dûz e
pozê Qerejdaxa şewitî bi ser da xûz e
nava singê mehbûba min evdalê
temam zîv û zêr û altûn e...”
Di vê kilamê de ne tenê teswira li ser evînê her wiha teswira bajar û çiyan jî heye. Em careke din haydar dibin ku, di kilaman de ne tenê hest, evîn hene, her wiha hafizayeka li ser erdnîgariyê, hafizayeka li ser bajar, hafizayeka dîrokê nîşanê me dide. Niha em dizanin ku “Berîka Mêrdînê berrikî dûz e û pozê Qerejdaxa şewitî bi ser da xûz e” bi du awayî mirov dikare li ser vê hevokê bisekine. A yekê; wek agahî kesê nizanibe dê ji vê gotinê bizanibe “Qerejdaxa şewitî” çiyayeke volkanîk e û dibe ku wek dîrok em nizanibin lê “şewitî”bûna wî hafizeyek e. Ya duyem mirov dikare “Berîka Mêrdînê berrikî dûz e û pozê Qerejdaxa şewitî bi ser de xûz e” wateyeke mecazî lê bar bike û li ser hestan teswira wê bike. Deşt û çiya, jin û mêr... Dîsa bi peyva “altûn e” em dibînin ku dengbêjên Kurd di gelek kilamên xwe de peyvên ji zimanekî din wergirtine û wek nixûmandina van peyvana bi kar anîne. Her çiqas peyva “altûn” ne Kurdî be jî, bi mantixa xwe, bi retorika helbestê tu tiştek ji kilama xwe nexwariye, kêm nekiriye.
Tasa me di dîroka Kurdan de dike
Kilam, çîrok, dengbêjî, çîrokbêjî, di vê “bîr”ê de tasa me di dîroka Kurdan de dike û dihêle ku em ava xwe ji wir jî vexwin. Loma jî çavkaniya dengbêj û çîrokbêjan; bûyer, weke çawa qewimîbin wiha bi dîroka wê û bi rastiya wê ve digire, xera nake, lê zêde nake, jiber dike û derbasî nifş û serdemeke din dike. Girîngiya di vir de, çêkirina retorîka wê, rastiya zeman, atmosfera wê, bûyer, leheng û famkirina wê ya bi zimanekî zelal e.
Kilameka li ser şer û teswira amûran li gorî serdema xwe:
“Hey de hûn ê lêxin
Bavê bavê mino hûn ê lêxin
Rabin kekê mino hûn ê lêxin
Hûn ê destê xwe bavêjin
Qayişê mîratê gawirsûstema
Qondaxê modalîka çartilîyan li erdê xin
Mêran bikujn navê revê pêxin
Mûman bitefînin şemdanan pêxin
Xwedayê mezin pê dizane ji berê û paş de
Piçûk û mezinên me rabûne ranebûne
Emê mahkûm û firarê Roma teres in
Xalisê dînê xwe ne canfîdayê mala şêx in”
Behsa “Bîra” xwe dike
Jinên Kurdan ne tenê li ser “Evîn”, “Şîn”, “Mirin”, “Xurbetê” kilam gotine, her wiha li ser malbatên xwe, li ser şerê nava qewmên xwe jî kilam çêkirine. Di van kilaman de em hay jê çêdibin jin bi van kilaman ji pesnê wê de cesaret dane mêran û behsa lehengiyê kirine. Piştî bidawîbûna şeran jin di kilaman de her rewşa şer, bikaranîna alavan, kesên tê de cih girtine, mekanên hatine bikaranîn behs bike jî dema xala dawîn tê jin behsa “Bîra” xwe dike û nav û navê lehengan nîşan dike û hafizeyekê bo serdemeke din wiha çêdike.
“...bila ji dayê re şewata sêlê bînê hey wayê
bûka malê serê xwe bilind kir ji xewa şêrîn e
go, metê marûmê eyb e
meriv di mala xwe de xeyba mêrê camêr nake
egîdê mala bavê min bi dil cîgerê xwe guvanîn
ew peyayê ku ji dayê ra şewata sêlê bînin
ji wan zilam nînin hey wayê
metê marûmê peyayê mala bavê min gulîbirê
ew mêrê ku li meydanê têne nava mala
ez ji te re sond bixwim zînî vala
zenguyê wan î bi xwîn e hey wayê
peyayê mala bavê min gulîbirê
xêncî xulama kuştinê peyayê bi nav û nîşan
Hesen û Husên, Elî û Mihemed
Hemzo zavayê teze dîl girtine
daxistine Milazgira jêrîn e reben ez im
Dengbêjê sibê bikin kilam û meqam
di civatê mîran û hakîman da rûnên
Êvara da ji xwe re li hev û du vegerînin hey wayê”
Di vê kilamê de dema em bala xwe didin “bîra dîrokê” em tê de ne tenê alavên şer, pesindariya mêran, teswîra bajaran, rasterast em hest û ramanên jinê derbarê wê de jî dibînin. Di şer de ketina mêran wek ketina xwe qebûl dikin û naxwazin mêrên malbata wan an êla wan di şer de bikevin, di kilaman de nîşaneya vê yekê jî wiha bi me dide zanîn, mêrên tirsonek qet behsa wan nayê kirin û mêrên mêrxas jin ji mêrxasiya wî beriya diçe şer, mirina wî qebûl dike.
Wêjeya devkî, hatina xwe ya îro bingeheke saxlem bo wêjeya nivîskî, ku îro me hîn xwe bi temamî negihandiye wê “Bîra jinê a hebûn-dîrokê”. Bi hezaran kilam, çîrok, meselok, hwd di paxila jinan de bi ava jiyanê ya di pêsirên wê de mezin bûn, geş bûn, bûn şop, bûn bîra dîrok û hafizayê, bi hezaran sal di qetlîam re derbas bûn, di bîrên tarî wer bûn, serê wan hate hilkirin, bi saxî binax kirin, lê ava jiyanê ji dengê jina Kurd careke din û bi careke din li rûyê axê der bû...