Merasîma bîranînê 18’ê Îlonê roja Yekşemê li ser banga ACTÎT, ADHK-Parîs, ATÎK-Parîs, BÎR-KAR, CDK-F, SKB, HDK-Parîs, Platforma Dengê girtiyan û ODAK‘ê li goristana Pere-Lachaîse pêk hat.
Di daxuyaniya li ser navê saziyan de hat ragihandin, jiyan, huner û têkoşîna Yilmaz Guney li dijî emperyalîzm û paşverûtiyê bal dikişand ser têkoşîna çîna karker, kedkar û gelên bindest.
Di merasîma bîranînê de Meclîsa Çand û Hunerê ya Kurd ji bo bîranîna Yilmaz Guney strana Çaw-Bella bi zimanên Kurdî û Îtalyanî got.
Beşdarekî biçûk ê merasîmê Işik Yilmaz jî ji bo Guney strana ‘Bijî Rojava’ got.
PARÎS