Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re li gelek herêmên cîhanê bi taybetî jî li Kurdistanê jin çalakiyan lidardixin. Îsal jin 104. salvegera 8'ê Adarê li qadan pîroz dikin. Endama Koordînasyona YJA'yê Ayten Dêrsim 8'ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Weke jinên cîhanê û jinên Kurd, li gel watedayîna vê rojê, em her rojê mîna roja têkoşîn û azadiyê ya jinê dinirxînin û bi vî rengî nêzîkatiyê nîşan didin. Di bîranîna vê rojê de, em hesreta xwe ya mezin a ji bo azadiyê, hesreta ji bo jiyaneke wekhev a li nava civakê, tînin ziman."


Jinan têkoşîn da

Dêrsim da zanîn ku mafên li eniya jinê hatine bidestxistin, di encama têkoşîneke xurt de hatine bidestxistin û destnîşan kir ku ev têkoşîn wê bi zêdehî dewam bike. Dêrsim ev bang li jinên cîhanê kir: "Ne tenê bi wesîleya rojekê, girînge ku di hemû rojan de bên cem hev. Ji ber ku jin li erdnîgariyên cuda bijîn jî, têkoşîn, pirsgirêk û rizgariya wan hevpar e. Lewma di şûna rojek bi tenê de, divê her roj bibe bingeha têkoşîna hevpar û em banga xwe ya têkoşîna li dijî paşverûtiyê dûbare dikin."

Têkoşîna 104 salan

Dêrsim da xuyakirin ku têr nake ku 8'ê Adarê bi tenê bi mîtîngekê, meşekê yan jî protestoyan bê pîrozkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema mirov li têkoşîna 104 salan temaşe dikin, tê dîtin ku têkoşîna jinê her diçe bi pêş ve diçe. Di meşa azadiya jinê de her tim pêşketinek heye. Di mijara çareserkirina serdestiya mêr a pênc hezar aslan, jin êdî bêtir zane ye. Di roja me ya îro de ev têkoşîn hatiye radeyeke nû. Û rewşa heyî li pêşberî rastiya sîstemê têrê nake. Ji bo xwe bigihîne asteke nû ya têkoşînê ya bilind, pêwîste jin di mijara dîroka xwe de xwe bigihîne asteke bilindtir. Sîstema serdest a mêr a pênc hezar salan, jin daxistiye kîjan astê, divê ev were zanîn."

‘Ev sîstem qediya ye’

Dêrsim da xuyakirin ku navgîna herî girîng a têkoşîna jinê têgihiştin e û anî ziman eger jin rewşa xwe ya li pêşberî sîstema dewletparêz fêm bike, wê pêşî li dûbarebûna dîrokê bigire. Dêrsim wiha peyivî: "Pêwîste jin ji aliyê mejî û têgihiştinê ve xwe bihûnîne. Ev jî rêxistinbûyîn e. Rêxistinbûyîn bi tenê vekirina komele yan jî sazî nîne. Bêguman divê jin saziyên xwe di nava civakê de bide rûniştandin. Ya rast rêxistinbûyîn, afirandina vîna hevpar e. Rêxistinbûyîn afirandina têgihiştin û navgîna têkoşînê ya hevpar e. Wateya 8'ê Adarê ev e. Kengî jinê xwe birêxistin kir hingî vediguhere hêzekê, kengî jin zane bû hingî vediguhere hêzê. Jin nikarin hêzê di çarçoveya desthilatdariyê de binirxînin. Ji ber ku mejî û hêza mêr, bi desthilatdariyê re tê pênasekirin. Pêwîste çarçoveya têkoşîna me jinan, ji holê rakirina sîstema heyî û afirandina sîstemeke demokratîk û azad a civakê be. Rizgariya civakê jî bi vê ve girêdayî ye."

‘Divê xebat zêde bibin’
Dêrsim di dewama axaftina xwe de got, "Kampanya me ya bi navê 'bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk' ku beriya niha dabû destpêkirin, erênî hatiye pêşwazîkirin û asteke xwedîderketinê derketiye holê. Ji ber ku jinan xwe di nava vê kampanyayê de dîtin. Lê asta xwedîderketin û belavkirina li nava civakê dikarîbû xurttir bûya. Ev xwedîderketin lêgerîna azadbûna jinê îfade dike. Divê jin di pêşengtiya civakî de mîsyona xwe baştir bizanibe. Di vê mijarê de hin rewşenbîr û nivîskarên pêşverû, demokratîk ev şiyar ji xwe re esas girtin. Lê belê di warê ragihandin ji tevahiya civakê re hînê kêmasî hene. Di meşa xwe ya 'bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk' de divê em daxwaz û bingeheke xurt a têkoşînê biafirînin."

Hêza sedsalê jin in

Dêrsim anî ziman ku bingeha neteweya demokratîk avabûna li dora sîstema demokratîk e, neteweya demokratîk, barekî qanûnan nîne û got, di vê 8'ê Adarê de em bang li hemû jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn dikin ku bi şiyara 'bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk' têkoşîna xwe bilinld bikin."Dêrsim ragihand ku bi zanebûna jinê re civakê jî zane bibe û got, "Civakîbûneke ber bi azadiyê ve dimeşe, wê bibe xwedî hêza avakirina sîstema demokratîk. Divê jin bi têkoşîna xwe nîşan bidin ku hêza herî dînamîk a civakê ye. Divê di 8'ê Adarê de ti jin li malê rûnenê, bi sed hezaran, mîlyonan dakevin qadan, têkoşîna jinê ya xwegihandina tiştên winda kiriye, wê mezinkirin."

ANF/BEHDÎNAN